Xwebûn bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket

  • 09:54 22 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 227’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Statû di xetereyê de ye” derket.  
 
Rojnameyê di vê hejmara 227’an de bi manşeta “Statû di xetereyê de ye” cih da nivîsa Rojnameger Amed Dîcle û bal kişand ser polîtîkayên PDK û malbata Barzanî ku çawa Statuya  başûrê Kurdistanê dixin xetereye. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Dem dema xweparastinê ye” û cih da nivîsa Nivîskara xwe Gulan Adar û bal kişand ser girîngiya xweparastina civakê ya li dijî polîtîkayên dewletê. 
 
Rojnameyê di vê hejmara xwe de cih da mijara “Pevpeymana Jinê” û bal kişand ser xebatên Tevgera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Huseyîn ji Edîtora rojnameya Xwebûnê Melda Bal re axivî û nirxandinên girîng kirin.