'Ji bo eşkerakirina heqîqetê em ê têkoşîna xwe bidomînin'

  • 09:21 22 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Nûçegihana Jin TV Zîlan Hesen û Nûçegihana Ajansa Hawar Zeyneb Şêxo bal kişandin ser salvegera derketina Rojnameya Kurdistanê û gotin: "Em ê bi pênûs û kamereya xwe têkoşîna xwe ya ji bo derxistina rastiyê berdewam bikin."
 
Rojnameya Kurdistanê di 22'yê Nîsana 1898'an de ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve bo yekem car li paytexta Misirê Qahîreyê hatiye çapkirin û ji wê rojê û pê de roja 22'yê Nîsanê bi çalakiyan tê pêşwazîkirin. Bi taybetî derketina rojnameya bi kurdî ya Kurdistanê bandorê li ser çapemeniya kurd kir. Mîrateyek hişt. 
 
Nûçegihana Jin TV a kantona Efrîn-Şehba Zîlan Hesen û Nûçegihana Ajansa Hawar Zeynep Şêxo derbarê salvegera derketina Rojnameya Kurdistanê de ji ajansa me re axivîn. 
 
Zîlan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya derketina rojnameyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Roja 22`yê Nîsanê roja rojnemegeriya kurdî em li tevahî xebatkarên ajans û TV yan û tevahî pakrewanên ku di vê riyê de gihêştin asta şehadete pîroz dikin. Em wek çapemeniya azad xebatek xwe ya bi nirx didin meşandin ev yek jî bi saya rewşenbîr Miqdat Mîthad Bedirxan ve di sala 1998`an bi rojnemeya yekem a bi navê Kurdistan dest bi xebata xwe kir. Ev yek jî li her çar perçeyên Kurdistanê belav bû û hêdî hêdî ev xebat berfirehtir bû."
 
Zîlanê wiha bal kişand ser mîrateya rojnamegeriya kurd: "Welatê me Kurdistan di dîrokê de gelek komkujî û kuştinan re rûbirû man. Lê bê guman çapemeniya azad vê tiştî derxist holê. Gurbetellî mînak e û ev rê li pêşiya me vekir. Em li ser wê riyê heya niha kar û xebatê xwe didin berdewam kirin. TV yên yekem hatin vekirin Med TV û Roj TV bû. Ev yek gelek kêfxweşî di dile dayik û bavê me de pêk anî. Niha jî behsa wê yekê dikin."
 
Zîlan, wiha behsa zehmetî û astengiyên li hember rojnamegeriya kurdî kir: "Bê guman ji ber ku her mîtinger û desthiledar hewldana têk birina kar û têkoşîna Gelê Kurd dikirin rojnamegerî û çapemeniya azad di gelek astengiyan re di gelek zor û zehmetiyan re derbas bûn. Bi taybet di Rojava yê Kurdistanê de beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê gelek astengî ji hêla rêjîma Sûrî ve dihat çêkirin. Her wiha di çar perçeyên Kurdistanê de jî gelek zehmetî hebûn. Lê em weke rojnemevanên di hundir Rojava de me karî xwe ji wan zextan xilas bikin, xwe bi rêxistin bikin. Her wiha herî zêde jî rojnmevanên jin rastî gelek astengiyan tên. Bê guman rojnemevanên jin jî rastî gelek astengî û zextan hatin bi taybet di şoreşa Rojava de deverên ku dihat dagirkirin. Yekser rojnemevan dihatin hedef girtin. Mînak pakrewan Dilîşan Îbiş a ku di pêngava li dijî DAIŞ'ê gihaşt asta şehadetê. Em weke rojnemevan li ser riya pakrewanên xwe xebata xwe didin berdewam kirin. Îro em dibînin ku gelek televizyon û ajansên xweser hatine ava kirin. Jin TV, NûJINHA û JINNEWS û radiyo STAR FM û h.w.d hatin avakirin. Ev bûn dengê tevahiya jinan." 
 
Zeyneb Şêxo jî wiha bersa derketina Rojnameya Kurdistanê kir: "Bi salan ked û xebat hat dayîn heya ku em gihaştin vê rojê û ji bo derxistina rastiyê li ser riya heqîqetê em kar û xebat bidin meşandin."