Jinan ji Amedê bang kirin: Emê li dijî zîhniyeta serdest têbikoşin

  • 19:03 18 Nisan 2024
  • Rojane
AMED - DAKAP û Tora Têkoşîna Li dijî Tundiyê ya Amedê li dijî zêdebûna tundî û qetilkirina jinan daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Em li dijî tundiya li ser jinê, li dijî tundiya mêr ya tundiya mêr rewa dike, wê li kolanan, li malê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û Tora Têkoşîna li dijî Tunidyê li Qada Deriyê Çiyê ya Sûr a Amedê li dijî zêdebûna tundî û qetilkirina jinan daxuyaniyek dan. Hevseroka DEM Partî ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, hevşaredarên Yenîşehîr, Sûr, Çinarê û gelek sazî û dezge tevli bûn.
 
Endama Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek daxuyanî xwend. Esrayê da zanîn ku di pêvajoya derbas dibin de kuştinên jinan roj bi roj zêde dibe û got: “Hîna gelek jin tevî biryara wan ya parstinê heye û çîroka tundiyê heye bi awayekî guman mirî tên dîtin. Dema mijar dibe maf û jiyana jinan hemû mekanîzma bê bandor dimînin. Em vê ji Gulîstan Doku, Rojvelat Kizmaz, Amîne Sevînç û Leyla Demîr dizanin. Polîtîkayên dewletê li gorî herêman diguhere. Ev bi aşkera li holê ye. Ji ber vê ye ku îro li Şirnexê çawîşekî pispor bêyî fikaran bijî bi polîtîkayên bêcezahiştinê bawer dike û jê cesaretê digire.”
 
‘Em xwedî îradeyek xurtin’
 
Esrayê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Têkoşîna em didin li dijî polîtîkayên şerê taybet in. Em bang li hemû kesî dikin. Em xwedî îradeyeke xurt ya ku dikarin van polîtîkayan vala derxînin e. Cînayetên jinan gihiştine asta qirkirinê.  Em dest ji maf û azadiyên xwe bernadin.Em jinên ku  li dijî tundiyê berxwe dane û jiyana xwe ji dest dane carek din bibîr tînin.”