Jinên tevli mîtînga KESK'ê bûn: Çareserî bûtçeya demokratîk e!

  • 11:22 3 Kanûn 2023
  • Ked/Aborî
Rozerîn Gultekîn-Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Jinên sendîkayî ên ku beşdarî mîtînga KESK'ê ya bi dirûşma "Em butçeya gel a demokratîk dixwazin" li ser parvekirina butçeya sala 2024'an nirxandin kirin. Jinên Sendîkayî diyar kirin ku butçe di bin navê 'ewlehiyê' de ji şer re hatiye veqetandin û destnîşan kirin ku çareserî bi butçeyeke demokratîk pêkan e.
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 2'ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê bi dirûşma "Em ji bo kedê butçeya gel a demokratîk dixwazin" mîtîngek li dar xist. Di mîtînga li Qada Îstasyonê ya Amedê ku bi sedan kes lê amade bûn de, gel bertek nîşanî butçeya ku hikûmetê ji bo şer veqetandiye dan. Jinên KESK'î daxwazên xwe yên têkildarî butçeya sala 2024'an bê çêkirin anîn ziman.
 
'Bûçeya îstîhdamkirina notirvan û yên bi unîforma'
 
Seroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Prof. Dr. Nejla Kurul diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Tevî vê yekê Nejla destnîşan kir ku bûdceya ku hewl didin çêbikin ne li gorî gel, demokrasî û kedê ye û got, “Ev bûdce, bûdçeya îstihddamkirina notirvan û ya keseên bi unîforma ye. Ev butçe ya şer e. Em bi butçeyeke ku ji her 100 lîreyan 10 lîre ji bo polîtîkayên ewlehiyê tê veqetandin re rû bi rû ne. Em dibînin ku ev budçe jî budçeyek faîzê ye. Hikûmet dibêje faîz heram e, em dibînin ku ji bo bankayên neteweyî û navneteweyî veguheztineke cidî ya hatiniyê heye. Budçeyek ku sermayeyê xurt dike. “Çavkanî ji dewlemendan re tên veqetandin, lewma ev bûdce ne ji bo kedkaran e, berovajî wê budçeyek şidandina kemberê ye."
 
'Têkoşîna azadiyê wê bilind bibe'
 
Nejla, bal kişand ku KESK û Egîtîm Sen ji bo kedkaran budçeyek demokratîk dixwazin û got, “Têkoşîna ked, demokrasî û azadiyê wê di serdema pêş de zêdetir bibe. Partiyên muxalefetê dest bi gotûbêjkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî kirine, lê em weke hêzên ked û demokrasiyê hem aliyên muxaleftê hem jî hikûmetê hişyar dikin."
 
'Di warê tendirustiyê de bedela herî giran jin didin'
 
Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Fatma Yildizhan, diyar kir ku di dabeşkirina budçeya berê de ji bo tenduristî, jin û jiyanê budçe nehatibû veqetandin û got, “Ji bo civakek bi tendurist divê gihandina tenduristiyê hebe. Divê ev yek di danûstandinên butçeyê de li ber çavan bên girtin. Ew ne budçeyek e ji bo kedkar û karkera ye; berevajî vê, budçeya ku ji tenduristiyê re tê veqetandin jî zêdetir ji bo saziyên tendirustiyê yên taybet e. Divê baca ku ji gel tê komkirin ji gel re bê dayîn. Ev bûdçe budçeya gel e, divê ne ya sermayeyê be. Ger di qadeke jiyanê de mexdûrbûn hebe, jin 3 qat zêdetir mexdûr dibe. Di warê tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hene.  Pêwîst e budçe ji tenduristiyê re were veqetandin. Zayenda tendirustiyê nîne lê di vî warî de jî bedela vê ya herî mezin jin didin." 
 
'Di butçeyê de jin tune ye'
 
Hevseroka Sendîkaya Perwerdehiyê ya Şaxa Hejmar 2’an Duygu Ozbay diyar kir ku budçe ji polîtîkayên ewlekariyê û sermayedaran re hatiye veqetandin û got, “Deynên bacê yên sermayedaran di şevekê de tên jêbirin, dîsa bar dikeve ser milê kedkarên cemaweriyê. Rêjeya xizaniyê 50 hezar derbas kiriye û em hewl didin bi mûçeyeke nêzî xeta birçîbûnê bijîn.  Bingeha afirandina budçeyek demokratîk, adil heye. Beriya her tiştî divê sîstemeke bacê ya adil bê avakirin û bûdçeyek ku li jinan xwedî derkeve, hêzê bide wan, li ekolojiyê xwedî derkeve û civak di nava aramiyê de bijî divê hebe. Lê ji bo van quruş hatine veqetandin. "Li gorî ku hatiniya giştî ya Tirkiyeyê 100 TL ye, em dibînin ku tenê 53 quruş ji bo bihêzkirina jinan tê veqetandin."
 
‘Divê Tirkiye demokratîk bibe’
 
Duyguyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê budçeya tevlinêr nayê nîqaşkirin û destnîşan kir ku ji ber vê sedemê gelek pirsgirêk derdikevin. Duyguyê axaftina xwe wiha domand: “Niha li welatên Ewropayê behsa butçeyên tevliner tê kirin. Ji bo demokratîkbûna van welatan jî pir girîng e. Ger bihata cîbicîkirin, dê pirsgirêka demokrasiyê ya li welat di çarçoveyekê de çareser bibûya. Ji ber ku gel wê biryarê bide ku bacên wan biçin ku derê. Em krîza aborî weke encam dinirxînin. Encama pêkanînên antîdemokratîk ên li vî welatî ye. Em vê weke encama zêdebûna qirkirina jinan, hilweşandina ekolojîk, nenasîna îradeya gel, desteserkirina îradeya rêxistinên sivîl û bê erkirina darazê dibînin. Krîza aborî ne tenê bi hejmarên bê ruh e. Divê Tirkiye demokratîk bibe.”