Baldar bin li şantiyê tundiya mêr heye!

  • 09:02 24 Mijdar 2023
  • Ked/Aborî
Marta Somek 
 
STENBOL - Jinên di sektora înşatê de dixebitin, bi parastina cewherî û têkoşînê bersivê didin tundî û tacîza mêr. Karkerên jin diyar kirin ku wê ne dest ji têkoşînê ne jî ji xebata şantiyeyan berdin.
 
Jin di her qada jiyanê tundiya mêr dibînin. Di qada kar de tundiya mêr pir zêde tê dîtin. Bi wesîleya 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî ev tablo pir zelal dertê holê. 
 
Yek ji sektora ku nêrîna serdet a mêr lê heye sektora înşatê ye. Bi hinceta jin ji mêran bêhêztir in, zexta psikolojik lê tê kirin. Hejmara jinan a di sektora înşatê de pir kêm e. Îfadeya ‘ev karê mêran e’ tên bikaranîn û jinan tune dihesbînin. Lê jin li dijî vê têkoşîna xwe didomînin û bi parastina cewherî û berxwedanê bersivê didin.
 
Li Stenbolê jinên karkerên înşatê der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
Li şantiyê hat tacîzkirin!
 
Merve ya endezariyê dike diyar dike ku di meha nîsana borî de ku li şantiyeke mezin a li Stenbolê dixebitî ji aliyê mêrekî ve hatiye şopandin û got: “Gumanbar piştî demekê tacîz bi awayekî sistematik domand. Bi gotinan tacîz kir. Dawî li tacîza xwe neanî. Piştre min dît ku hevalek me ya din jî tacîz dike. Min ji kesê ji me berpirs e re vegot. Gumanbar bi gotinên tê zanîn xwe parast. Gumanbar got ez derewan dikim. Li ser vê min got ez ê serî li dozger bidim û parastina cewherî bi kar bînim. Gumanbar li ser vê dest ji parastina xwe berda. Gumanbar vê carê got kesê ji me berpirs e îftere lê kiriye. Ez û serhoste bi hev re çûn emniyetê me gilî kir. Îfadeya gumanbar girtin. Lêpirsîn hîna didome. Ez li dijî tundiya mêr bêdeng nemam.”
 
Divê jin dest ji têkoşînê bernedin!
 
Merveyê wiha dawî lê anî: “Li ser gilîkirinê dawî li karê tacîzkar anîn. Ez ê her tim li dijî tacîzkar û tecawizkaran têbikoşim. Divê jin bêdeng nemînin û teqez dengê xwe bilind bikin. Encam neyê girtin wê demê divê em parastina xwe ya cewherî pêk bînin.”
 
Ji ber li dijî tundiyê bêdeng nema ji kar hat avêtin
 
Sevgî jî ku di sektora înşatê de dixebite endezyar e û 5 meh berê li firmaya înşatê ya dixebitî bi tacîz, heqeret û tundiya pîskolojîk a xwediyê kar re hat rû hev. Sevgiyê wiha vegot: “Min ewil tiştên hatin jiyîn fêm nekir. Lê çawa min ferq kir min bertek nîşan da. Ez ji kar hatim avêtin. Min gilî kir. Ji ber ez jin bûm ev tişt hatin kirin. Her roj jin tên qetilkirin tên tecawizkirin. Kujer û tacîzkar tên berdan. Ger ez bêdeng bimama wê ev tiştên hatine serê min nehatiba bihîstin. Lê em ê li her derê li mafên xwe bigerin.”
 
Li dijî tundiya fîzîkî bêdeng nema
 
Berfîn a di şîrketek kontrola avahiyan de cih digire li şantiyê tundiya fîzîkî lê tê kirin. Berfînê jî wiha vegot: “Ez çûm ronkirina betonê. Min got divê di şertên hewayê yên nebaş de beton neyê rijandin. Formen û şef bertek nîşanê min dan. Piştre xwediyê şantiye hat cihê bûyerê. Tundiya fîzîkî li min kir. Her tim tundiya psîkolojîk dihat kirin. Ji ber jin bûm ev tundî hat kirin. Li şantiyê kesekî nas bikim tunebû. Min hewl da parastina cewherî bikim lê tundî li min kirin. Tevî her tiştî min têkoşîna xwe meşand. Min der barê gumanbar de gilî kir. Mêr dixwazin pêşî li azadiya jinan bigirin. Lê em ê jin li her qadê bin. Heta dikarin bila asteng bikin. Em ê têbikoşin.”
 
‘Heta dawî divê jin têbikoşin’
 
Esra ya li şîrketek înşatê dixebitî di meha adarê de dema diçû ser kar, hevalên wê yên li şantiyê dixebitîn bi gotinê ew tacîz kirin. Esrayê tiştên jiya wiha vegot: “Min ev ji serhoste re vegot. Li ser vê dawî li karên gumanbaran anîn. Di bûyerên wisa de dawî li kar anîn têr nake. Mêr bi taybet di karên ku jin kêm cih digirin de xwe ewle hîs dikin. Lê dema jin bêdeng nemînin mêr ditirsin.”