Di jiyanê de mînaka têkoşîna jinê

  • 09:04 19 Mijdar 2023
  • Ked/Aborî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Şîmel Beyîk ku di pêvajoyeke krîza aborî dihat jiyîn de koperatîfa jinan ava kir, derfet dide jinan ku tevli pêvajoya hilberînê bibe.
 
Tundiya mêr-dewletê her diçe mezin dibe û lidiji vê jin têkoşîna xwe didomînin. 25’ê Mijdarê nêz dibe û niha têkoşîna li dijî tundiyê zêdetir di rojevê de ye. Şîmel Beyîk ya li Amedê koperatîfa jinan ava kir, têkoşîna xwe ji jiyana xwe da destpêkirin.
 
Mînak keda jinê
 
Şîmel 5 sal berê li kafeyeke zanîngeha Dîcleyê dixebite û piştre lokanteyê li wir vedike. Şîmelê xwarinên kafeyê fast food bûne û  ji bo xwendekaran cihê xwarinên malê vekiriye û got: “Jin di aboriyê de cihekî girîng digirin. Li kargeriyan mêr zêdetirin. Tevî vê jin xw eheyî dikin. Me jinan koperatîf ava kir. Li welat ya herî girîng perwerde û aboriye. Mixabin demên dawî de naveroka perwerdê vala kirin. Ciwan kar nabînin. Gelek mezunên zanîngehê betalin. Nayên tayînkirin. Me gelek hevalan dixwest em bibin xwedî kar. Lê ji ber aboriyê me nikaribû tiştek bikira. Jİ ber vê me hinek hevalan koperatîf ava kir.”
 
Nêrîna zayendperest di bazirganiyê de jî heye
 
Şîmelê da zanîn ku di civakê de li dijî jinên dixebitin nêrînek zextxwir heye û got di bazirganiyê de jî nêrîna zayendperest heye. Şîmelê wiha got: “Mixabin keda jinan nayê dîtin. Jin zêdetir kedê didin lê keda wan nayê dîtin.Dibêjin ‘li mala xwe runin li dijî mêr serî bitewînin, li zarokan binêrin.’ Nêrînek wisa heye.”
 
'Jin bi hezkirin karê xwe dikin’
 
Şîmelê diyar kir ku komele 6 meh berê avakirine û hemû berhemên koperatîfê bi destê jinan tê amadekirin û got: “Xurekên amade tune ne. Jin  karê xwe bi hezkirin dikin. Ji ber vê jî sektora me ji yên xwarinên din cudatir.”
 
Ji Şîmelê bo jinan peyam
 
Şîmelê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin bi salan tên binpêkirin û hepsê malê tên kirin û got: “Niha rewş didome. Jin bi awayekî modern hepsê malê tên kirin. Ez bi wesîleya 25’ê Mijdarê vê peyamê didim. Bila jin serî netewînin. Di ferqa hêza xwe de bin.  Bila nekevin fikarên ‘ez nikarim bikim.’Divê jin hêza xwe nîşan bidin.”