'Desthilatdariya heyî û şer dibin sedema qeyranê'

  • 09:06 13 Mijdar 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Jinên Amedê diyar kirin  ku şerê îqtîdar dide meşandin dibe sedema qeyrana aborû û gotin: “Pereyê ku ji şer re tê veqetandin ger ku ji bo gel bê veqetandin wê tu pirsgirêkên gel ên aboriyê nemînin û qeyran jî rûnadin." 
 
Qeyrana aboriyê ya ku bi polîtîkayên şer  ên AKP-MHP’ê her ku diçe kûrtir û xirabtir dibe herî zêde bandora xwe li ser gel dike. Welatî êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên herî pêwist jî dabin bikin. Ji vê qeyranê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Jinên Amedê ku bertek nîşanî qeyranê dan diyar kirin ku çareseriya qeyranê guhertina desthilatdariy û bidawîkirina şer e.
 
Destpêkê de mala wê hilweşandine piştre jî firotine
 
Medîne Yuksel jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo bihabûnê nikare bazara xwe bike û daxuyand ku her ku diçe bihabûn zêde dibe. Medîne da nişandan ku berîya şerê Sûrê di nav Sûrê de jiyan kiribûye û piştî şerê mala wê hatiye hilweşandin. Medîne wiha bilêvkir: “ Alavên me hemû xirabûn û em bê alav man. Ji Alîpaşayê de me re malek dan. Lê belê em her meh 3500 Tl pere didin. Em 7500 Tl pere distînin. Em di mal de 5 kesin. Ev pereyê têra çi bike? Şeveqê cuda, êvarê cuda bihabûn tê ser tiştan. Gel bê kar e. Keçika min ev 5 sale zanîngehê xwend lê belê niha di mal de rudinê. Mafên kirêyan  gelek zêde bûne. Kirêyek bûye 15 hezar, 20 hezar TL. Divê çareserî bê dîtin”
 
‘Divê êdî guhertin çê be’
 
Bedriye Oguz jî di destpêka axaftina xwe de da nişandan ku ji ber bihabûnê nikarin goşt bistînin û da zanîn ku dema ku mêvanek bê 1000 TL mesref bikin ku pê xwarinekê çêbikin. Bedriyeyê destnîşan kir ku beriya qeyrana aboriyê dikaribûn gelek tişt bistîni û wiha dom kir: “Niha em nikarin tiştekî bistînin. Dem tê ku em nikarin fatureyên ji me re tên şandin razînin. Ez 5000 TL kiriya xanî didim, faturayên ceyranê 500, 600 TL tên û faturayên avê jî gelek zêde tên. Ez li malê tenê dijîm û debara xwe bi mûçeyê teqawîtê ku ji bavê min ji min re maye dikim. Li gel ku tenê me jî dîsa têrê nake. Malbatên qerebalix wê çawa debara xwe bikin? Heger wisa biçe jiyana me wê têk biçe. Ev desthilatdarî bila yan çareseriyekê bibîne û yan jî biçe. Em 20 salên din jî di bin vê desthilatdariyê de bin qiqa biçe em ê ber bi birçîbûnê ve biçin. Divê êdî guhertin pêk bê.”
 
Kargeha lê dixebitî hat girtin û niha betal e
 
Sultan Ekîn a ku karkera tekstîlê ye jî diyar kir ku ji ber qeyrana aboriyê gelek fabrikayan hilberîn sekinandiye û ji ber ku cihê karê wê hat giritn niha betal maye. Sultanê bal kişand ser malê cemaweriyê ku hatiye taybetkirin jî û ev tişt got: “Dîsa li ser malê cemaweriyê ku di bin navê taybetîkirinê de wê bifiroşin kesan bazarê dikin.  Gel ji vê hewldana îqtîdarê wê tu sûdê negire û ev ne çareserî ye. Divê ji bo pêşxistina aboriyê û derketina ji qeyranê  gavên xurt ku çareseriyê pêk bînin bên avêtin. Herwiha em wek karkerên tekstîlê gelek diwestin û mûçeyê ku heqdikin jî nagirin.  Lê em neçar dimînin ku vî karî bikin. Desthilatdarî tevî her tiştî  jî test ji polîtîkayên xwe yên çewt bernade. Muxalefeteke bi hêz ku bikaribe li hemberî desthilatdariyê bisekine jî tune ye.”
 
‘Desthilatdariya AKP-MHP'ê şerperestiy dikin’
 
Sultan anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP şerperest e û pêwîstî pirsgirêkên di nav vî welati ne. Sultanê wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez karkerim, debara xwe bi zorî dikim. Em ji bo her tiştî şukir dikin, divê ne wisa be, em şukir nekin. Divê em biaxivin, biqîrin ku bila bisekinin. Em li hemberî şer in. Divê em cihekî ku em bi hevre karibin biaxivin û fikrên xwe yên siyasî bihevre parve bikin, ava bikin.”
 
‘Yên li ser me nikarin bi rê ve bibin ku em ketine vî halî’
 
Esma Odabaşi jî da zanîn ku  rewşa aborî li Tirkiyeyê gelek xirabe û bal kişand ser faturayên ku li gorî berê zêdetir tên. Esmayê wiha pê de çû: “Em du kesin lê belê bi vî rengî jî em bi 500 TL em bi zorî bazara xwe dikin. Malbatên qerebalix wê çawa pê re bigihên. Sedema qeyrana aboriyê desthilatdari ye.  Ji ber ku desthilatdarî nikare welat bi rêve bibe em di vî halî de ne. Zarokên me ji neçarî koçber dibin û diçin derêv welat. Ger ku aborî bi vî halî biçe wê di demên pêş de rewşa me xirabtir bibe.”
 
‘Di bin qeyrana aborî de kes nikare debara xwe bike’
 
Jina ku nexwest navê xwe bejê jî diyar kir ku  di vê qeyrana aborî de kes nikare debara xwe bike û mûçeya asgarî jî têra debarê nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Kirêyên xaniyan ji mûçeyê asgarî (herîkêm) 2 qat zêdetir e. Ez li mirovên di kirê de ne difikirim gelo bi  vî pereyê kêm çawa debara mala xwe dikin? Ez matmayî dimînim. Ez her çiqas tenê dijîm jî nikarim bi mûçeyê ku digirim serê mehê bînim. Hûn guh nedin qerebalixiya li vêderê. Gel digere lê belê nikare tiştekî bistîne. Gelek kes heta ku karin tiştên herî erzan distînin û hewl didin ku debara xwe bikin. Li derdora min gelek kesên ku nikarin debara xwe bikin hene.”
 
‘Sedema qeyrana aboriyê desthilatdarî ye’
 
Jina ku nexwest navê xwe bide di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser sedema qeyrana aboriyê û anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê nikare vî welatî bi rê ve bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê debar gelek zahmet e. Dema ku li derve xwrinekê bixwî divê herî kêm 250 TL bidî. Pêdiviya herî girîng jî êdî luks bûye.”
 
‘Pereyên ku ji bo şer tên veqetandin bila bidin gel'
 
Heman jina ku navê xwe neda di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku sedema qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê şer e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Heta vî temenî jî min xwe di nava şert û mercên şer de dît û ji ber vê yekê jî tu pêşketin li vî welatî neçêbû. Em dixwazin şer bi dawî bibe. Pereyê ku ji çek, tang û topan re tê veqetdandin, bila ji bo aboriya gel bê veqetdandin. Wê demê tu pirsgirêkên aboriyê namînin. Niha pêşeroj û  jiyana gel girêdayiyê şer e. Divê li vî welatî her kes bi awayê wekhev bijî. Ger ku em xuşk û bira ne, divê îmkanên me jî wekî hev bin.”