Ji dayika Jîna Emînî li dijî cezayê darvekirinê bertek

  • 20:04 28 Nîsan 2024
  • Rojane
AMED - Li humernedê Kurd Tumac Salihî cezayê darvekirinê hat birîn û berekên li dijî biryarê didomin. Dayika Jîn aEmînî, Mujgan Efekharî jî berteka xwe ya li dijî biryarê anî ziman.
 
Li hunermendê Kurd Tumac Salihî yê ji Lorîstanê ku ji aliyê rejîma Îranê ve di serhildana ‘jin jiyan azadî’ de hatibû girtin di 24’ê Nîsanê de cezayê darvekirinê hat birîn. Bertekên li dijî cezayê darvekirinê didomin. Dayika Jîna Emînî, Mujgan Eftekharî jî  li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî bertek nîşan da.
 
Mujganê di parvekirina xwe de wiha got: “Jîna min dîsa nûçeyeke ku ez qehr kirim derket. Destur nedin bila kezeba dayika Tumaj nebe wek kezeba min. Destur nedin bila kezeba dayika Tumaj wek ya min birîn nebe.”