ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 28 Nîsan 2024
  • Rojev
 
* Rêvebera Şaxa Tarim Orkam Sen a Wanê Mizgîn Çelîk Tarhan ji bo mîtînga herêmî ya ku bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê li Wanê bi dirûşma “Em di 1’ê Gulanê de bi hêvî, bi biryarî û bi berxwedanê li qadan bin” bê lidarxistin bangawaziya tevlîbûnê kir. BI DÎMEN 
 
* Krîza aborî ku bandor li her qada jiyanê û li her alî kiriye, her diçe giran dibe. Jinan der barê krîzê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Ji ber krîzê em nikarin xeyalên xwe pêk bînin. Em nikarin tu aktîvîteyek civakî bikin. Ji dahatê zêdetir lêçûnên me hene.” BI DÎMEN 
 
* Endama TJK-E’yê Kezban Dogan, derbarê du kampanyayên ku di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî de hatî destpêkirin de got: “Felsefeya Rêber Apo jiyana jinan guhert. Jinên ku jiyana wan guheriye vîdeoyan dikşînin û ji ser çapemeniya civakî dişînin. Divê ji bo çareseriyê hemû rê bên cerîbandin."