YRJ`ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

  • 12:35 22 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - YRJ`ê di Roja Rojnamegeriya Kurd de teqezî bi berdewamkirina erkê xwe yê exlaqî û mirovî û ragihandina dengê jinên Kurd û Kurdistanê û rola xwe ya pêşeng di avakirina civakeke demokratîk û azad de kir.  YRJ `ê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
 
Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) bi boneya salvegera 126`an a Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin  ku ev roj ji bo gelê Kurd û Kurdistanê rojeke taybet e, ji ber ku bingeha yekemîn a çapemeniya kurdî di wê rojê de ava bûye.
 
YRJ'ê roj li rojnamevanên li Kurdistan û cîhanê pîroz kir û Gurbetellî Ersoz, damezirînera YRJ`ê Şevîn Bîngol, rojnamevan Dilîşan Îbiş, Nûjiyan Erhan û tevahî şehîdên ragihandinê û azadiyê û demokrasiyê bi bîr anîn.
 
Her wiha YRJ'ê destnîşan kir ku weşandina yekemîn rojnameya kurdî ‘Kurdistan’ê ji aliyê Mixdad Bedirxan ve di 22`yê Nîsana 1898`an de, destpêka rojnamegeriya kurdî û tovika ragihandina azad a jinan bû ku bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê dest pê kir.
 
YRJ'ê di daxuyaniyê de careke din soz da ku şopdarên rêya şehîdan bin, dengê jinên Kurd û Kurdistanê ragihînin û balê bikişînin ser dosyayên jinan, rola wan a pêşeng di avakirina civakeke demokratîk û azad de li ser bingeha neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.
 
Her wiha YRJ'ê bang li rojnamevanan kir ku li ser şopa şehîdên çepemeniya azad û ji bo avakirina jiyana azad tê bikoşin û hewldanên qirkirina bedenî, fikrî û derûnî li dijî jinan têk bibin.