‘Divê têkiliyên bazirganiyê yên bi Israîlê re bên birîn

  • 09:02 22 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinan der barê êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê nirxandin kirin û gotin di şer de yên herî zêde zirarê dibînin jin û zarokin. Jinan diyar kirin ku divê têkiliya bazirganî ya di navbera Tirkiye û Israîlê de bê qûtkirin.
 
Baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzzettîn El Kassam, di 7’ê cotmeha 2023’an de li hember Israîlê bi navê Tofana Aksa şer da destpêkirin. Israîlê jî di 7’ê cotmehê de li hember Şerîda Gazzeyê êrîş pêk anî û 14 hezar û 685 zarok, 9 hezar û 670 jin b igiştî 33 hezar û 970 fîlîstînî hatin qetilkirin. 76 hezar û 770 kes jî birîndar bûn.
 
Êrîşên Israîlê yên li hember Gazzeyê didomin û têkiliya bazgirganî ya di navbera Tirkiye û Israîlê de cihê xwe diparêze. Di meha cotmeh-kanûna 2023’an de îxracata Tirkiyeyê ya ji bo Israîlê li gorî sala 2022’an ji sedî 34 kêm bû. Di vê demê de îthalat ji sedî 58 kêm bû. Li aliyê din Tirkiyeyê  ‘çekên ji bo armanca şexsî ya sporê û parçeyên wê’ berdewam kir. 
 
Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin şer tu carî tiştekî bi mirovan nade qezenckirin û gotin divê şer bi dawî bibin, bertek bên nîşandan û Tirkiye têkiliya bazirganiya bi Israîlê re qût bike.
 
Herî zêde jin û zarok zirarê dibînin
 
Denîz Tarîn got ew dixwazin di cîhanek bê şer de bijîn û wiha dirêjî dayê: “Di şer de herî zêde jin û zarok zirarê dibînin. Di êrîşên Israîlê de jin û zarokan zirarek mezin dît. Divê Tirkiye têkiliya xwe bi Israîlê re nedomîne. Divê Tirkiye xwe bide alî û ligel Israîlê cih negire. Ez bang li Tirkiyeyê dikim. Bila ji vê re bêjin êdî bes e. Divê demildest têkiliya bazirganiya bi Israîlê re bê birîn.”
 
‘Bi piştgirya digire xurt dibe û li aliyê din jî zilmê dike’
 
Dîlber Guney jî destnîşan kir ku ew li dijî her cureyê şer in û ev tişt bi lêv kir: “ Bi şer tu tiştek nayê bidestxistin. Tenê xwîn dirêje. Herî zêde zarok zirarê dibînin. Divê bertek nîşanê vê rewşê bê dayîn. Divê têkiliya di navbera Tirkiye-Israîlê de nedome. Divê her kes bertek nîşan bide. Divê bazirganî bê sekinandin.”
 
‘Divê Israîl di alî aborî de bê hêz bê hiştin’ 
 
Naîme Dalan jî bi lêv kir ku divê êdî ne şer aştî serdest be û wiha nirxandin kir: “Divê şerê di navbera Israîl û Fîlîstînê de bê sekinandin. Divê kes nemire. Divê dewletên cîhanê piştgiriyê nedin Israîlê. Divê Tirkiye jî têkiliya xwe bibire. Divê Israîl di alî aborî de bê hêz bê hiştin.”
 
Herî zêde zarok hatin qetilkirin
 
Sema Şeker jî balkişand ser şerê Israîl û Fîlîstanê û bi lêv kir ku yên ji vê rewşê herî zêde zirar dîtine zarokin û herî zêde zarok hatine qetilkirin. Semayê wiha dirêjî dayê: “Divê dewletên cîhanê peyewira xwe ya mirovî bînin cih. Divê li dijî şer rawestin. Divê têkiliya bazirganiyê qût bikin.”
 
Onur Temîştaş jî berteka xwe ya li dijî şer anî ziman û wiha vegot: “Ez li dijî her cureyê şer im. Divê zarok tevli şer neyên kirin. Ev tiştekî pir şaşe. Divê Tirkiye têkiliya bazirganî ya bi Israîlê re qût bike.”