ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 22 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Jinan der barê êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê nirxandin kirin û gotin di şer de yên herî zêde zirarê dibînin jin û zarokin. Jinan diyar kirin ku divê têkiliya bazirganî ya di navbera Tirkiye û Israîlê de bê qûtkirin. DÎMEN HEYE
 
* Zilma seranserê dîrokê li Kurdistanê pêk hatiye, di 22 salên dawî de bi destê AKP-MHP’ê hat sîstmatîkkirin. Bi pevçûn, înfaz û binpêkirinên bi destê dewletê hatine kirin mafê zarokên Kurd di bin xetereyê de ye. Şertên jiyanê yên zarokên Kurd  roj bi roj zehmet dibin û bangên ji rêxistinên navneteweyî tên kirin jî qels dimînin. DOSYA
 
* Rojnameger Dîlan Oynaş da zanîn ku bi salan e li girtîgehan li dijî polîtîkayên qirkirina dewletê bi rihê berxwedanê dibin bersiv û got: “Em jin li dijî her cureyê zilmê bi stran û tilîliyên xwe li serê wan bûn bela. Di nav çar dîwaran de tiliyên me pêşengiya me kirin û berxwedana me dîwaran hilidweşîne. Ji ber ku her tim rihê berxwedanê bi me re heye. Me di şertên tecsrîdê de jiyan hûnand.” DÎMEN HEYE
 
* Nûçegihana Jin TV Zîlan Hesen û Nûçegihana Ajansa Hawar Zeyneb Şêxo bal kişandin ser salvegera derketina Rojnameya Kurdistanê û gotin: "Ew ê bi pênûs û kamereya xwe têkoşîna ji bo derxistina rastiyê berdewam bikin." BI DÎMEN