Li Sakaryayê jinekê biguman jiyana xwe ji dest da

  • 21:51 21 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Sakaryayê li Zozanên Sogucak jina bi navê Betul Kurt li ber malekê mirî hat dîtin.
 
Li Sakaryayê jina bi navê Betul Kur (27) ku diçû zozanan li ber malekê bi guman mirî hat dîtin. Piştî ku Erhan Soguoglu agahî da, ekîb hatin cihê bûyerê.
 
Di encama lêkolînan de di bedena Betulê de şopa alava birînê an jî tiştekî din nehat dîtin. Cenazeya rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Sakaryayê.