Li DYA’yê mirina biguman a jinekê

  • 20:35 21 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li DYA’yê jina bi navê Yagmur Taktaş li mala lê dima biguman jiyana xwe ji dest da.
 
Yagmur Taktaş ya wek fenomena çapemeniya civakî dihat zanîn li DYA’yê li mala lê dima biguman jiyana xwe ji dest da. Ji bo sedema mirina wê bê tespîtkirin otopsî hat kirin û cenaz anîn Tirkiyeyê û li Edenê li Goristana Kabasakal ha definirin.
 
Malbata wê diyar kir ku tundiya fîzîkî li keça wan hatiye kirin û der barê A.C.F ku berê Yagmurê pê re hevaltî kiriye de serlêdana sûc kirin.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.