Lêgerîna edeletê ya malbata Şenyaşar di roja 82’emîn de ye

  • 17:57 21 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE- Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 82’emîn de li ber Wezareta Dadê berdewam kir.
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin li Enqereyê li ber Wezareta Dadê di roja 82’emîn de berdewam kir.
 
  Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber wezareta dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 8’an de çalakiya xwe domand.
 
 Emîne , piştî nobetê ligel lawê xwe Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bû.