KCDK-E'yê ji bo Metînayê banga berxwedanê kir

  • 15:51 21 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê têkildarî operasyona nû ku artêşa Tirk li Metînayê da destpêkirin daxuyaniyek weşand û got, “Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan li Metînayê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir.”
 
 Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya li ser qada Metînayê bang li gelê Kurd û dostên wan kir û got: “Êrîş li dijî tevahiya gel û nirxên Kurdistanê ye. Her Kurdistaniyên dilsozê xak, nirx û gelê xwe, divê rabûna li ber van polîtîkayên qirêj ji xwe re bike wezîfeyeke neteweyî û têkoşînê bilind bike. Roj ew roje ku bi ruhê yekîtiya neteweyî destketiyên gelê Kurdistanê biparêze.”
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dewleta Tirk li hemberî sekna bi milyonan mirovî ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de nîşan da, ji bo karibe desthilatdariya têkçûyî li ser piyan bihêle, bi PDK’ê re li Metînayê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir û careke din rûyê xwe yê dijminatiya li Kurdan nîşan da. Dewleta Tirk a mêtinger bi plana têkbirinê êrîşî destketî û nirxên gelê Kurdistanê dike, bi dagirkerî û komkujiyê dixwaze encamê bi dest bixe. Berxwedana gelê Kurd û têkoşîna şervanên azadiyê ev plan yek bi yek têk birin. Plana têkbirin û tasfiyekirinê ya dewleta Tirk têk çû.
 
Weke ku di dîroka Kurdistanê de timî tê dîtin, îro jî hate dîtin ku dewleta Tirk a mêtinger ji ber ku dibîne nikare bi hêza leşkerî û dagirkeriyê encamê bi dest bixe, dixwaze bi rêya hêzên hevkar encamê werbigire. Dema ku em bala xwe didin ser dîroka xwe, dibînin ku gelek berxwedan bi rêya nokeran hatine tasfiyekirin."