Îranê 10 sal ceza li mamosteya zimanê Kurdî birî

  • 12:56 21 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê mamosteya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî ji kar dûr xist û 10 sal cezayê girtîgehê lê birî.
 
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li mamostaya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî hat birîn.
 
Soma Pûr Mihemedî ku mamostaya zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn e, bi "rêxistinkirina kom û rêxistinên zerarê didin ewlekariya Îranê" tê sûcdarkirin.
 
Beriya niha jî bi sûcdariya "zerardayîna li ewlekariya cemaweriyê" salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.