Beriya serdana Bexdayê êrîş

  • 10:29 21 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlêrê, li dijî herêma Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin. 
 
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan dê biçe serdana Bexdayê û piştre jî dê derbasî Hewlêrê bibe. Tê payîn ku di serdanan de mijara êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê jî bên nîqaşkirin. 
 
Beriya serdana Erdogan, li dijî herêma Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); êrişeke berfireh li dijî Metînayê hatiye destpêkirin û HPG dê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.