Li dijî tacîza çawîşê pispor bertek

  • 09:04 21 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Bertekên li dijî tacîza zayendî ya çawîşê pispor ya li Şirnexê didome. Jinan der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman û gotin ev parçeyek polîtîka şerê taybet ya desthilatdariyê ye û ji ber ji têkoşîna jinan ditirsin van êrişan dikin. 
 
Li Şirnexê di 12’yê Nîsanê de pisporê çawîş Zekeriya Çelîk jinek tacîz kir. Piştî kesên derdorê li bûyerê haydar bûn, li hember çawîşê pispor parastina cewherî bi kar anîn. Bertekên li dijî tacîzê her diçin mezin dibin. Jinan der barê êrişê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Hedefa desthilatdariyê jin in’
 
Hevseroka Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozbay da zanîn ku tundiya leşker û polîsan a li hember jin û zarokan zêde bûye û wiha got: “Îstîsmara zayendî ya çawîşê pispor ya li Şinexê wek polîtîkayeke li herêmê dertê pêşberî me. Ev dikarin ji vê re bêjin polîtîka ‘qirkirina îradeyê’. Mixabin jin her tim di hedefa desthilatdariya mêr de ne. Dixwaze jinan hedef bigire, îradeya wê bişîne û bike kole. Desthilatdarî ji bo hêza xwe xûrt bike li her qadê vê tundiyê pêk tîne. Ji ber vê li her qadê tundiya li ser jinê derdikeve holê. Gelek gumanbar bê ceza tên hiştin. Dibêjin ‘hûn dikarin her tiştî bikin. Hûn dikarin destdirêjiyê bikin hûnê ceza negirin.’Ji ber vê jî kuştinên jinan zêde dibin. Hiqûq li şûna tundiyê qebûl neke, kiriye xizmeta xwe. Sînorên qanûnan bi tundiyê hatine xêzkirin. Li dijî vê divê li her qadê rêxistinbûn û têkoşîna jinê bê mezinkirin.”
 
Polîtîka bêcezahiştinê
 
Endama Komîsyoan Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî jî balkişan ser sûcên êrişa zayendî ya leşker û polîsan a li ser jinên kurd û daxuyakirin ku bi salane ev sûc bê ceza tên hiştin an jî bi cezayên biçûk bûyerê digirin. Berfînê wiha domand: “Ev polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran. Gumabar nayên cezakirin.Ji bo pêşî li van sûcan bê girtin divê têkoşînek kolektîf bê meşandin. Ji bo çareserkiya van pisgirêkan divê gumanbar bi awayekî bi bandor bên lêpirsînikirin.”
 
Êrişên desthilatdariyê yên li hember têkoşîna jinê
 
Berfînê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Bûyera li Şirnexê ne ya yekemîne. Li dijî têkoşîna jinê polîtîka pêk tên. Li her derê cîhanê û Kurdistanê zextên li ser jinan hene. Li Kurdistanê tundiya leşker û polîsan ne nû ye. Em dizanin ku ev polîtîkayeke. Armanca van êrişan eve ku jinan ji têkoşînê dûr bixin.” 
 
‘Dixwazin Kurdan tune bikin’
 
Rêvebera DEM Partî ya Amedê Emel Sumbul Yetkîn jî der barê mijarê de berteka xwe wiha anî ziman: “Gelê Kurd bi salane di bin lepê qirkirinê de ye. Ev 40 sal zêdeye li Kurdistanê bi destê leşker û polîsan tundî li jinan tê kirin, destdirêjî tê kirin. Ev ji polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tê. Gumanbar ji vê hêzê digirin. Dixwazin kurdan bi tacîz, destdirêjî û hişbirê tune bikin.”