ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 21 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr, da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jiyanek hevpar girîng e û ji ber vê divê her kes deng bidin çalakiyan û divê her kes bi hev re têkoşîna xwe bimeşîne. BI DÎMEN 
 
* Di 6 mehên dawî de şerê Israîl-Fîlîstînê giran bû û  ji 13 hezarî zêdetir zarokî jiyana xwe ji dest da. Bangên rêxistinên maf yên navneteweyî yên ji bo bidawîbûna şer kêm man û di vê pêvajoyê de li ber çavên cîhanê zarok hatin qetilkirin, civaka navneteweyî bêde ma. DOSYA
 
*Li Şirnexê çawîşê pispor Zekeriya Çelîk jinek tacîz kir û li dijî vê gel parastina cewherî pêk anîn. Ji bilî çapemeniya azad, di çapemeniyên din de nêrîna ‘gumanbarê mexdûr’ derket holê. Vê rewşê carek din berpirsyariya çapemeniyê ya civakê da lêpirskirin. MEDYA KRÎTÎK
 
*Bertekên li dijî tacîza zayendî ya çawîşê pispor ya li Şirnexê didome. Jinan der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman û gotin ev parçeyek polîtîka şerê taybet ya desthilatdariyê ye û ji ber ji têkoşîna jinan ditirsin van êrişan dikin. BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul  da zanîn ku wê şaredariya ku qeyûman bi deyn û texrîbatan hiştiye bi gel re bi rêve bibin û got ji bo wan ya ewil projeyên ji bo jin û ciwanan bikeve jiyanê ye. BI DÎMEN