Yekitiya Jinên Ciwan 1’emîn Mîhrîcana Biharê li dar xist

  • 19:59 20 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê 1ˊemîn Mîhrîcana Biharê li dar xist.
 
Yekitiya Jinên Ciwan li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1ˊemîn Mîhrîcana Biharê li kantona Reqayê li dar xist. Di mîhrîcanê de bi dehan jin, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên jin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqa û endamên jin ên Meclisa Leşkerî ya Reqayê beşdar bûn.
 
Mîhrîcan li keviya çepê ya çemê Firatê bi diruşma ˊDê bi Jin, Jiyan, Azadî, azadî bi ser bikeveˊ hat destpêkirin. Di mîhrîcanê de endama rêvebera Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Emîne El Mihemed axivî û bixêrhatina mêvanan kir.
 
Emîne anî ziman ku bi kedên Yekitiya Jinên Ciwan mîhrîcan hat lidarxistin û diyar kir ku sedema navlêkirina mîhrîcanê jî ew e ku di biharê de ruh û fikra jinan heye.
 
Di mîhrîcanê de berhemên jinan ên durûtina li ser cawan, neqişkirina li ser qermîtan, entîk û tiştên kevnare hatin pêşkêşkirin.
 
Her wiha di mîhrîcanê de stran û huner hatin pêşkêşkirin.