ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 19 Nîsan 2024
  • Rojev
 
* Yek ji welatên ji bihara Ereban bi bandor bû Tunus bû. Li Tunusê di salên dawî de tevî di qanûnan de sererastkirin hatine kirin jî sûcên li hember zarokan didomin. Zarok bi awayekî baş nikarin xwe bigihînin mafên xwe. (DOSYA)
 
*Ji Piştevaniya Mor Dîdar Gul da zanîn ku Seda û Sîbel ku di protestoyên Wanê de hatine girtin, di nav girtiyên edlî de ewlehiya canê wan tune ye û diyar kir ku heta ku hemû girtî neyên berdan wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
*Hewcedariya me bi hest û fikrên serdemê hene. Hewcedarî bi dengekî kevnar, arkaîk heye. Hewcedarî bi gotineke ku enerjiya me giştî dike heye. Hewcedariya me bi hevokek jiyanê ji mirinê, madeyê ji enerjiyê, rih ji akil, ronahiyê ji taritiyê, felsefeyê ji sosyolojiyê qut nake heye. Ya ku fikr û rihê cih û dem dihewîne… JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve di greva birçîbûnê de bûn, ji  4’ê Nîsanê veguherandin qonaxeke nû. Xizmên girtiyan bang kirin ku divê demildest polîtîkayên tecrîdê bidawî bin. BI DÎMEN