‘Bila Makbule Ozer bê tehliyekirin’

  • 09:03 27 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinan derbarê girtina Makbule Ozer de nirxandin kiri û bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Bila Makbule Ozer bê tehliyekirin. Mafê jiyanê mafesî îstîsna wê tuneye.”
 
Makbule Ozer di 9’ê Gulana 2022’yan de li Artemêt a Wanê bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê’ hat girtin. Makbule ya 82 salî ji ber pisgirêkên tenduristiyê di 7’ê Îlona 2022’yan de hat berdan. Rapora ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hat şandin ji aliyê Wezareta Dadê ve hat lêkolînkirin. Li ser biryar a ATK’ê Makbule rojên borî de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê.
 
‘Ev biryarek polîtîk e’
 
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Ayten Kiran der barê mijarê de axivî û got girtina Makbule Ozer rewşeke li dijî mafê mirovan e û ATK wek saziyeke dewletê taşeroniya dewletê dike. Aytenê wiha domand: “Makbule Ozer 82 salî ye û ji sedî 61 astendar e. Di şertên heyî de divê ji bo rewşa Makbuleyê mehaneya astengdariyê bihata girêdan. Hewcedariya wê bi lênerînê heye. Lê ATK rapora dikare girtî bimîne dide. Ev rewşeke nikare bê qebûlkirinê ye. Makbule Ozer ji mala wê hat girtin. Nikare bi tena serê xwe bimeşe. Her kesî ev dît. Ev biryareke polîtîk e.” 
 
‘Em ê hewldanên pêwist bikin’
 
Aytenê balkişand ser rewşa girtiya nexweş Hanîfe Aslan û ev tişt anî ziman: “Di heman demê de Hanîfe Aslan heye. 76 saliye û girtiye. Nexweşa KOAH’ê ye û nexweşiya tansiyonê bilind, şekir û hestiyan pê re heye. Bi hewldanan malbat û hemû saziyan wezareta dadê klozetek şandine. Rapora ATK’ê ya ‘başe nikare di girtî bimîne’ vala derdikeve. Madem başe çima we klozet şand? Klozeta şandine jî li katê roj yê hucrê ye. Nikare derkeve jor û nikare wê klozetê bikar bîne. Endamên DAIŞ’ê bi hinceta kal û pîrbûnê berdidin. Gelo jina 81 salî ne pîr e? Girtina Makbule Ozer siyasiy e. Divê şexsê Makbule Ozer de hemû girtiyên nexweş û kal-pîr bên berdan. Hewldanên me wê di vî alî de bidome.”
 
‘Makbule Ozer 82 saliye û ji sedî 61 astengdare’
 
Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt jî bertek nîşanê girtina Makbule Ozer da û wiha dirêjî dayê: “Makbule Ozer 82 salî û ji sedî 61 astengdar e. ATK’ê 4 meh berê biryara ‘dikare girtî bimîne’ da. Ev biryar li dijî hiqûqiyê ye. Ev rizandina pergal û desthilatdariyê nîşan dide. Dijhiqûqî û zextên li ser kurdan û jinên kurdan bi awayekî sîstematîk didome. Divê em li dijî êrişan serî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin. Divê em Makbule Ozer tenê nehêlin.”
 
 
‘Girtina Makbuleyê dijmirovahiye’
 
Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê Hulya Çelîk Sonmez bi lêv kir ku girtina Makbule Ozer pêkanînek dijmirovahiye û got ev ne ya ewil ne jî ya dawiye. Hulyayê ev nirxanidin kir: “Di 2018’an de bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê’ doz li Makbule Ozer hat avekirin û vê çarçoveyê de 2 sal û 6 meh ceza hatiye erêkirin. Makbule di 2022’yan de hat girtin. Em behsa keseke 82 salî û astengdar dikin. Ji nexweşxaneyê rapora astengdariyê hatiye girtin. Em dibînin ku bi rapora ATK’ê ev rapor nayê dîtin. Girtina Makbuleyê dijhiqûqiye. ATK dema raporê dide li gorî çi dide. Di vir de mafê jiyana kes mijara gotinê ye. Sûcdar be jî divê mafê jiyanê li ber çavan bê girtin.”
 
‘Mafê jiyanê mafekî ku îstîsna wê tuneye’
 
Hulyayê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Li welatekî hiqûqê divê rêgezên hiqûqê pêk bên. Di rewşeke ku mafê jiyana kes mijara gotinê ye, bi lez û bez raporek dijhiqûqê tê dayîn. Ev nikare bê qebûlkirin. Mafê jiyanê mafekî ku îstîsna wê tune ye. Ev biryara hatiye dayîn şaş e. Divê demildest ji vê biryarê vegerin û Makbule Ozer demildest bê tahliyekirin.”