Danişîna doza destdirêjiyê dê sibê bê dîtin

  • 09:05 8 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
Rojda Aydin
 
ÎDIR - 1'emîn danişîna doza 6 mêrên ku bi mehan destdirêjî li zarokekê kiribûn û bi şantaj û gehan fuhuş lê dabûn kirin, dê di 10'ê Gulanê de bê dîtin.
 
Li navenda Îdirê di 19’ê Cotmeha 2023’yan de derket holê ku destdirêjî li zarokê hatiye kirin û piştre jî bi şantaj û gefan fihûş lê hatiye ferzkirin. Herî dawiyê di 27’ê Îlona 2023’yan de zarok diçe Midirûyeta Polîsan a Îdirê û behsa tiştê ku jiyaye dike.  Zarok derbarê kiryaran de gilî kiribû. Zaroka ku îfade da emniyet û dozgeriyê, diyar kir ku 6 mêr nêzî 4-5 mehan destdirêjî lê kiriye û bi şantajê fuhuş lê ferzkirine.
 
Derbarê kiryaran de gilî kiribû
 
Zarok di îfadeya xwe de destnîşan kir ku Ferhat Angay, Onur Begeç, Vedat Gîden, Boran Yildiz, Murat Altun û Alîcan Begeç destdirêjî lê kiriye. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Onûr Begeç, Alîcan Begeç, Vedat Gîden û Mûrat Altûn bi sûcê “Êrişa zayendî ya li hemberî zarokê” di 27’ê Îlona 2023’yan de hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Tîpa S ya Îdirê. Her wiha kiryar Ferhat Angay jî bi şertê “Kontrola edlî” serbest hatibû berdan.
 
Derbarê kiryarekî de biryara lêgerînê
 
Piştî bûyer derket holê şûnde lêpirsîn hat destpêkirin û dû re îdîaname hat amadekirin. Derbarê kiryar Alî Begeç, Boran Yildiz, Ferhat Angay, Mûrat Altûn, Onûr Begeç û Vedat Gûden de bi sûcê “Destdirêjiya li hemberî zarokê”  îdîanameyeke ji 6 rûpelan pêk tê hat amadekirin. Îdîaname ji Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin û hat qebûlkirin. Di heman demê de di îdîanameyê de derbarê kiryar Boran Yildiz de ji cotmeha 2023’yan de biryara lêgerînê hatiye derxistin, lê hîn nehatiye girtin.
 
1’emîn danişîn dê di 10’ê  Gulanê, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê saet 09.00’an de bê dîtin.