Di meha nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin

  • 09:11 7 Gulan 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha nîsanê 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Mirina 15 jinan jî bi guman e. 
 
Bîlançoya şîdet û qetilkirina jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Kiryar bêceza tên hiştin û sûcên li hemberî jinan bi gotinên îktîdarê meşrû tên dîtin. 
 
Li gorî çeteleya me di meha nîsanê de 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha mirina 15 jinan û zarokek jî bi guman e. 
 
Li Amedê jinek, li Edirnê jinek, li Balikesirê jinek, li Tekîrdagê jinek, li Boluyê jinek, li Kayseriyê jinek, li Muglayê jinek, li Karabukê jinek, li Agiriyê jinek, li Kirikkalê jinek, li Aydinê jinek, li Çankiriyê jinek, li Mêrsînê 2, Mereşê 2, li Enqerê 2, li Manîsayê 2, li Semsûrê 2, li Samsûnê 2, li Antalyayê 2 û li Stenbolê jî 4 jin hatin qetilkirin. 
 
Zarokek li Îzmîrê û zarokek jî li Mereşê hat qetilkirin. 
 
11 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve, jinek ji aliyê mêrê ku dest jê berdabûn ve, 7 jin ji aliyê mêrên ku pê re di asta berdanê de bûn ve, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji hêla birayê xwe ve, 3 jin ji hêla mêrê ku ew pê re dijî ve, jinek ji hêla xizmên xwe ve, 2  jin ji aliyê zilamê ku ew nas dikin ve, 2 jin ji aliyê hevalên xwe ve û 2 jin jî ji hêla apê ve xwe hatin qetilkirin.