Cezayê hefsê dan hunermend Pinar Aydinlar

  • 12:42 7 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
DÊRSIM - Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal ji bo hunermend Pinar Aydinlar salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê hate xwestin. 
 
Bi hinceta stranên di 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de striyayî û parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li hunermend Pinar Aydinlar hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê hat lidarxistin. 
 
Pinar û parêzerê wê ji 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Piştî parastinê, parêzer nêrîna xwe parve kir. Dozger got ku stranên hatine gotin di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ne lê parvekirin wê dikevin çarçoveya “propagandaya rêxistinê.” Dozger xwest ceza li Aydinlar bê birîn. 
 
Dadgehê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê da Pinar Aydinlar.