Ji bo mîtînga ‘ne ji sermayê re ji gel re butçe’ bang

  • 09:02 1 Kanûn 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Platforma şaxên KESK’ê ya Amedê,  der barê butçeya ku ji bo gel hatiye avakirin û ji aliyê deshtilatdaryê ve hatiye birîn û nifûsek xizan hatiye afiandin bi dirûşmeya ‘ne ji sermayê re ji gel re butçe’ wê mîtîngê pêk bîne. Ji bo mîtîngê banga tevlibûnê hat kirin.
 
Konfederasyona Sendîkayên kedkarên Cemawerî (KESK) , li dijî butçeya ku ne ji gel re ji şer û sermayê re tê veqetandin wê di 2’ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê bi dirûşma ‘em butçeyek li alî kedê, butçeyek demokratîk’ dixwazin mîtîngê pêk bîne. Mîtînga li Amedê wê li Qada Îstasyonê pêk bê û banga tevlibûna mîtîngê hat kirin.
 
‘Divê gel xwedî li mafên xwe derkevin’
 
Hevseroka giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan ji bo butçeya 2024’an nirxandina ‘butçeya qesrê, sermaye, faîz û rantê ye’ kir û wiha vegot: “Butçe keda mîlyonan xesp dike. Li dijî vê em ê di 2’ê Kanûnê de li qadan bin.Em ê bi daxwaza butçeyeke demokratîk û li alî gel di 2’ê Kanûnê de li Qada Îstasyonê ya Amedê, li qada Kartal a Stenbolê bin. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ji bo xwedî derketina mafê xwe saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê bin.”
 
‘AKP nikare aboriyê bi rêve bibe’
 
Hevseroka Egîtîm Sen a Hejmar Yek a Amedê Salîha Zorlu jî bi lêv kir ku xizanî her diçe giran dibe û wiha dirêjî dayê: “Polîtîkayên neo-lîberal kapîtalîst di krîzê de ne. hikûmeta AKP’ê nikare aboriyê bi rêve bibe. Welat di krîzek mezin a aborî de ye û kedkar û xizan roj bi roj hîn bêtir xizan dibin. Bi armanca butçeyeke li alî jinê, kedê û gel em ê di 2’ê Kanûnê de mîtîngê pêk bînin. Em dixwazin gelê me wê rojê li qadan be.”
 
‘Em bi pereyekî kêm têkoşîna jiyanê didin’
 
Hevseroka Egîtîm Sen a Hejmar 2 a Amedê Duygu Ozbay jî bi lêv kir ku deshtilatdarî ji xwarinên ji dibistanan re hatine veqetandin dibire û hewl dide bi vê krîzê çareser bike û wiha bertek nişanda:“Sînorê xizaniyê 50 hezar TL derbas kir. Sînorê birçîbûnê jî 18 hezar e. Em bi pereyekî kêm têkoşîna jiyanê didin. Em di 2’ê Kanûnê de li dijî vê li qadan e. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku wê rojê li qadan be.”
 
‘Butçeya dijminê kedê’
 
Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Guneş Ozel banga tevlibûna mîtîngê li gel kir û wiha anî ziman: “Ev butçe ne butçeya gel e. Butçeya dijminê ked, polîtîkayên şer e. Ev butçeya qesrê ye. Em hemû gelê xwe di 2’ê Kanûnê roja şemiyê vedixwînin Qada Îstasyonê.”