Li dijî zextan di jiyana xebatê de çareserî, têkoşîn e

  • 09:05 30 Mijdar 2023
  • Ked/Aborî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Jin der barê tundî, zext û mobînga di her qada jiyanê de tê kirin de axivîn û diyar kirin ku çareseriya vê têkoşîna hevpar a li dijî zayendperestiyê ye.
 
Li Amedê jinên di komên pîşeyî yên cuda de dixebitin, der barê mobîng, zext û tundiya ji ber newekheviya zayendî ya li qadên têde dixebitin, dijîn nirxandin kirin.
 
‘Jin bi têkoşînê mafê xwe bidest dixin’
 
Mamosteya Îngîlîzî Duygu Ozbay da zanîn ku qada cemawerî li gorî mêran hatiye dîzaynkirin û wiha got: “Jin di qada jiyana kar û cemaweriyê de jî bi têkşînê mafên xwe dikarin bidest bixin. Dema peymanên komî tên îmzekirin hîna der barê jinan de tu polîtîka nayê pêşxistin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan dema peyman tên îmzekirin divê jin jî lis er wan maseyan hebin.”
 
‘Qada cemawerî li gorî newekheviya zayendî tê avakirin’
 
Duyguyê bi lêv kir ku di guherînên qada cemaweriyê de divê pirsa ‘kirde çi ye’ bê pirsîn û wiha dawî lê anî: “Qada cemaweriyê li ser newekheviya zayendî tê avakirin. Di demên dawî de mêr naxwazin di qada cemaweriyê de jinan bibînin. Di qada cemaweriyê de dîtina jinan kêm bûye. Qada cemaweriyê li gorî mêran tê dîzaynkirin. Kesên xebatkar ne ji ber nasnameyê ji ber nasnameya zayendê pir caran mobîng li wan tê kirin. Ji bo çareseriya pirsgsirêkê divê perwerdehiya zayenda civakî bê dayîn.”
 
‘Mêr muxatab tên girtin’
 
Canan Yildenîz ya 2 sal e avahîsaziyê dike, diyar kir ku li qada dixebite nêzîkatiyên zayendperest pir zêde tên jiyîn û wiha dirêjî daye: “Salekê li şantiyeye xebitîm. Niha bi hevkarekî mêr re dixebitim. Em diçin karekî her tim ew muxatab tê girtin. Kesên hember her tim bi wî re dixebitin. Ji ser nasnameya jinê pirsgirêk tên jiyîn. Li cihê kar dema em ji hosteyekî re dibêjin vî karî bike li xweşiya wan naçe.  Ji ber newekheviya zayendî pisgriêk tên jiyîn. Lê divê jin di ferqa hêza xwe de be. Divê bixwebaweriya xwe winda neke. Tişta dizane biparêze.”
 
‘Tundiya fîzîkî û sosyolojik tê meşandin’
 
Seher Aydin a 10 meh e li nexweşxaneya delwetê wek sekretera tibî dixebite jî wiha vegot:  “Tundiya fîzîkî û sosyolojik tê kirin. Ji ber pîşeyê ya ewil bi nexweş re muxatab dibe ez im. Li odeyên ku doktorên jin bixebitin teqez peywirdarên ewlehiyê hene. Ne tenê nexweş, tundî ji aliyê her kesî ve tê kirin. Ji aliyê civakê ve tundiyek mezin heye. Li nexweşxaneyê jî heye. Em di vê pergalê de bi tena serê xwe ne.”
 
‘Der barê jinan de biryarê didin’
 
Endezyara Maşîneyê Arîn Zumrut jî diyar kir ku di  pîşeya xwe de hinek zehmetiyan dikşînin û wiha domand: “Pirsgirêka herî mezin newekheivya zayendî ye.  Di komên pîşeyî de di alî dîtina kar de ji ber nêzîkatiyên zayendî pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Em serlêdanên ji bo kar dikin dibêjin ‘em li endezyarên mêr digerin’. Li gorî zayendê komên pîşeyî ji hev vediqetînin.  Der barê tiştên ku jin dikin û nakin de mêr biryarê didin. Dibêjin qey endezyar tenê mêr in. Newekheivya zayendî ji salên zanîngehê dest pê dikin. Di polê de piranî mêr bûn. Di dema perwerdehiyê de newekhevî dihat kirin.”