'Êdî kes nikare tiştekî bikire'

  • 09:04 28 Mijdar 2023
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin 
 
ÎDIR - Şêniyên gundê Qereqoyê yên Îdirê ku hewl didin bi çandinî û sewalkariyê debara xwe bikin diyar kirin ku krîza aborî ne tenê li bajaran, li gundan jî bi bandor bûye û êdî kes nikare tiştekî bikire.
 
Qeyrana aboriyê ku bandorê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê dike, her ku diçe kûrtir dibe. Qeyran herî zêde bandorê welatiyên xîzan dike. Bi vê yekê re qeyran ne tenê li bajaran her wiha li gundan jî bêtir bi bandor e. Gundiyên ku sewalan xwedî dikin û çandiyê dikin, ji ber qeyranê nikarin debara xwe bikin. 
Şêniyên gundê Qereqoyê ya Îdirê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser bandora qeyranê. 
 
‘Bi sewalkarî û çandiyê debara xwe dikin’
 
Welatiya bi navê Ayşe Çakmaz (53), anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve li vê gundê dijî. Ayşe, destnîşan kir ku ji bo debara xwe bikin ew li gund karê çandinî, xwedîkirina sewalan dikin û got: "Em ji berê ve bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin. Berê em jî diçûn zozanan. Li gund xeynî xwedîkirina sewalan û çandiniyê karekî ku tu biki tuneye. Lê yên ku niha diçin zozanan jî hene. Em jî bi şîrê pez an jî çêlekan debara xwe dikin. Taybetî niha zivistan e û em zêdetir divê êm bistînin. Lê belê ji ber qeyranê em nikarin êdî êm jî bistînin. Ji ber ku bihabûnek heye. Ger ku em sewalan jî xwedî nekin nikarin debara xwe bikin.”
 
‘Qeyranê aborî bandorê li gund jî kiriye’
 
Ayşe, da zanîn ku qeyrana aboriyê ne tenê bandorê li bajaran her wiha bandorê li gundan jî kiriye û wiha pê de çû: “Hemû tişt gelek biha bûye. Em îro nikarin biçin bajêr danûstandinê bikin. Êdî tiştek erzan tuneye. Em nikarin heqê rê bidin ku biçin bajêr. Heqê rê jî gelek biha bûye. Ev qeyran bi taybetî bandorê li kesên xîzan dike. Berê qeyran ev qas kûr nînbû. Hemû kes dikaribû debara xwe bike. Dema kesek tengasiyê de bima me alîkariya hevdû dikir. Lê îro ew derfet tuneye em alîkariya hevdû jî bikin. Li gund xeynî xwedîkirina sewalan, gel karê çandiniyê jî dike. Welatiyên gund li ber deriyên xwe çandiniyê dikin û ji bo zivistanê. Gel têra xwe li gund zebze diçine. Her wiha çandiniya ceh, genim û once jî tên dikin. Di dema payîzê de jî hinek difroşîn û hinek jî ji bo sewalên xwe vediqetînin. Em firîngî, îsot, bacanên reş, xiyar û tiştên wisa diçinin. Piranî em wan dikin konserve. Ji bo ku em zêde di bin bandora qeyranê de nemînin dikevin nava hewldanên bi vî rengî."
 
Xwedîderketina li çanda kurdewariyê
 
Ayşe, bal kişand ser têkilî û jiyana gund, bi lêv kir ku cîrantî û çanda jiyana berê hîn jî li gund zindî ye û wiha axivî: “Tişta ku me li gund digire cîrantî û têkiliyên me ne. Ji ber ku em her gav li cem hevdû ne. Ev yek jî me gelek kêfxweş dike. Gundê me jî gundek gelek xweş e û di aliyê xwezayê xwe xwedî cihek dewlemende. Elbet jiyana berê xweştir bû. Di vê pêvajoyê de hemû tişt guheriye. Lê em dîsa jî çanda xwe diparêzin. Gelek mirovên gund xwedî li çanda xwe derdikevin. Em li vir bi zimanê dayikê diavin û dijîn. Her wiha em cil û bergên xwe yên herêmî yên vê derê jî li xwe dikin. Em di rojên girîng û dawetan de cilên xwe yên kurdewariyê li xwe dikin. Em çanda xwe winda nakin. Ji ber vê yekê jî banga min ji hemû kesî ew e ku qedrê jiyana gund û çanda xwe bigirin." 
 
'Karê ku em pê debara xwe bikin tuneye'
 
Ayşe Akpinar (60) jî destnîşan kir ku heta vê emrê xwe tu carî qeyranek bi vê rengî nedîtiye. Ayşe, diyar kir ku ew debara xwe bi xwedîkirina pez dikin û da xuyakirin ku ew havînan diçin zozanan û payîzê vedigerin gundê xwe. Ayşe, bi lêv kir ku ew bi şîrê pez mast û penêr çêdikin, difroşin û bi vê awayî debara xwe dikin. Ayşe, wiha dom kir: “Em qas kedek mezin didin û serde jî pere didin. Yanî tu qezencek me jê tuneye. Em êdî nizanin ku çawa bikin. Xeynî karê sewaltiyê tu karekî din ku em bikin tuneye. Di pêvajoyek wiha de debar gelek zehmet bûye. Her tişt gelek biha bûye. Dema em ji zozanan vegeriyan me bi 5-6 mîlyarî erebe girtiye û me mala xwe barkiriye aniye. Qezenca ku em ji şîr distînin tenê tera deynan dike.  Em îsal 6 mehan li zozanan man. Îsal ji ber zêde giha tunebû me bi tenê du mehan pez dot. Pezên me hemû stewr bûn. Ji ber ku şîr tunebû me îsal firotinê nekir. Ev çendeke jî em vegeriyane gundê xwe. Em ji ber ku diçin zozanan bax û baxceyên me tunene. Wekî din em karekî ku pê debara xwe bikin tuneye. Ji xwe Îdirê kar tuneye zarokên me bixebitin.”
 
‘Em jî zanin ku sedema vê qeyranê kî ye’
 
Ayşe, bi lêv kir ku tenê bi xwedîkirina li sewalan debara xwe dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nikarin li bajêr tiştên xwarinê bistînin. Hemû tişt gelek biha bûye. Ji xwe zivistanê şîrê pez tuneye em pê debara xwe bikin. Ev qeyran bandorê hemû kesan dike û heta bandorê gundan jî dike. Berê bihabûn tunebû. Hemû tişt erzan bû. Îro nan jî buhabûye. Ew mirov dê çawa debara xwe bikin? Em nikarin her carê pezên xwe jî bifroşin. Ji ber ku carna ji neçariyê bi erzanî tê firotin. Em hemû jî baş dizanin ku sedema vê qeyranê kî ye.”