Jina li dijî zilm û zorê serî netewand: Melek Ozdemîr

  • 09:04 31 Cotmeh 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Melek Ozdemîr a ku ji gundê Kelkoma yê Pîranê yê di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hat şewitdandin e û koçber bûye ji me re bahsa serpêhatiya xwe ya jiyana koçberiyê kir. Melek a ku li dijî zilm û zorê heta roja îro serî netewand û li ber we daye, diyar kir ku jiyana koçberiyê gelek zahmet e û piştî qeyrana aboriyê ev zahmetî zêdetir bûne.
 
Di salên 1990'î de ji ber zext û zoriyên dewletê, li bakurê Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin, valakirin û gelek kes mecbûr man ku ji cih û warên xwe koçber bibin.  Kesên ku bi darê zorê hatin koçberkirin li bajar û metrepolan li gel gelek zorî û zahmetiyên jiyanê ku dîtin, di warê çand û zimanê xwe de jî hatin asîmîlekirin û ji xwezaya xwe hatin dûrxistin. Ji van kesên ku bi vê zilma dewletê re rûbirû man yekê jî Melek Ozdemîr a ji Gundê Kelkoma yê Pîrana Amedê ye.    
 
Melek a di 6 saliya xwe de bi malbata xwe re tê li bajarê Amedê bi cih dibe, li  bajêr bi birçîbûn û xerîbiyê re rûbirû dimîne û di 13 saliya xwe de jî tê zewicandin. Melek a ku berî bi 8 salan  hevjînê wê jiyana xwe ji dest da ev 8 sal e li Dêriyê Çiyê yê Amedê bi rêya seyarfiroşiyê bi zebzeyê difiroşe hewl dide debar xwe û zarokên xwe bike.  
 
‘Ji ber zilma dewletê koçber bû’
 
Melek a ku ji me re bahsa serpêhatiye xwe kir di destpêka axaftina xwe de balkişand ser şewitandina gundan a salên 1990'î û diyar kir ku wan jî di wê pêvajoyê de ji neçarî koçî bajêr kirine. Melekê anî ziman ku dema gundê wan hatiyê şewitandin ew zarokek 6 salî bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê sewalên me pir bûn û karê me hebû. Rewşa me ya aborî baş bû. Piştî me koça bajar kir, me di warê dîtina kar de zahmetî kişand û di nav zehmetiyê de mezin bûn. Em gelek caran birçî diman. Birayên min biçûk bûn, ji ber vê yekê jî nikaribûn bixebitin û birayê min ê mezin jî nexweş bû. Piştre jî malbata min min 13 salî zewicand. Niha 6 zarokên min hene. Hevjîna min nexweşê pençeşêr bû û beriya 8 salan jiyana xwe ji dest da. Niha kûrê min yê biçûk 8 salî ye û yê mezin jî 24 salî ye. Em bi xwe hewl didin debara xwe bikin.”
 
8 sal e seyarfroşiyê dike
 
Melek anî ziman ku ew bi salan e têkoşîna jiyanê dide û da nîşandan ku dema hatiye zewicandin li Edeneyê bi cih bûye û daxuyand ku piştî mirina hevjîna xwe ji bo ku debara xwe û ya zarokên xwe bike seyarfroşî kiriye û ev 8 sal e bi vî rengî zebze difroşe. Melkê diyar kir ku wan li Edenyê bi karê çinîna portakal û lîmonan debara xwe dikir û ev tişt: “Dema ku hevjîna min jiyana xwe ji dest da ji ber ku li Edeneyê nasên min tune bûn. Ez careke din hatim Amedê û min ji xwe re li vêderê xaniyek sitend."
 
Ji ber qeyrana aborî zahmetiyan dikişîne
 
Melek di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser qeyrana aboriyê û da xuyakirin ku ev 3,4 sale her tişt zêdetir biha bûye. Melek bilêvkir ku mirov bi zorê debara xwe dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “ Niha derûniya min gelek nebaşe. Ji ber ku erdhêj çêbû, şer heye û qeyrana aborî jî ji aliyekî ve bandorê li me dike. Beriya qeyranê bi qasî vî zebzeyê ku niha difiroşim di nav 3 saetan de min difirot. Lê belê di vê qeyranê de nikarim di 3 rojan de biqedînim. Jiyan gelek zehmet bûye. Ne tenê ji bo min, ji bo herkesê wisa bûye. Ev bû 4 sal gel pêrîşan bûye. Simîtek bûye 7,5 lîre û tenekeyek rûn bûye 1000 lîre. Mirov wê çawa debara xwe bikin?”