Li Êlihê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: 1’ê Gulanê navê jiyana azad e

  • 11:37 1 Gulan 2024
  • Rojane

ÊLIH –  Di mîtînga 1’ê Gulanê ya li Êlihê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got ku 1’ê Gulanê navê jiyana azad û birûmet e. Her wiha endamê komîteya amadekar Veysel Kartal, bangî girseya ku li qada 1’ê Gulanê kom bûbû kir û ev tişt got: “Wê ev pergal biguhere.”

Li Êlihê, 1’ê Gulanê bi mitîngeke ku li Parqa 8’ê Adarê ya Jinan hat lidarxistin hat pîrozkirin. Hevsaeroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr, Berdevka Meclisa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglu, parlamenterên DEM’ê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, endamên platforman ên gelek bajaran, kedkar û karker tev lî mîtinga ku bi şîara “Li dijî xizanî, bêwlehî, xwînmêjandin û zextan; ji bo mezinkirina hêvî, piştevanî û têkoşînê keremkin 1’ê Gulanê” hat pîrtozkirin, bûn. 
 
Bi deh hezaran kesên ku ji bajarên cuda hatin Êlihê, li Çerxarêya Ward Markê li hev kom bûn û bi dûrişmeyên mîna “Ji şer na, em aştiyê dixwazin”, “Bijî piştevaniya jinan” , “Bijî têkoşîna demokratîk, wekhev û azad” , “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” , “Bihar û aştiyê wê jin bînin” ,  “Tişta mafê me ye em ê bigirin” , “Zimanê me rûmet û hebûna me ye”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana ketkaran” û “Bijî 1’ê Gulanê” meşiyan qada mitîngê. 
 
Kedkarên tenduristiyê nehatin jibîrkirin 
 
Kedkarên tenduristiyê yên ji Şirnexê hatibûn, wêneyên kedklarên tenduristiyê yên di salên 2015-2016’an de dema qedexeyên derketina derve li Cizîrê hatibûn kuştin hilgirtin û wisa ketin qadê. Di mitînga ku hejmareke zêde jin û ciwan tev lî bûn de destpêkê ji bo şehîdên qada kedê û demokrasiyê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Serokê Şaxa Tekstîl-Îş’ê ya Êlihê Veysel Kartal axivî.
 
Em li dijî zilmê li qadan e
 
Veysel Kartal ku bi pîrozkirina 1’ê Gulanê dest bi axaftina xwe kir ev tişt got: “Em îro li dijî xwînmijandin û zilmê li qadan e. Em tev bi hev re li dijî xwîinmêjandina diqîrin. Zema ku li heqdesta asgarî û teqatîtan hat kirin heliya. Her tişt hat zemkirin. Enflasyon zêde dibe. Ji bo teqawîtan êdî kêr gihîştiye hestî. Divê ku demildest bergiriyên hemû teqawîtan biparêzin bên girtin. Fedakariya zêde nikare ji teqawîtan bê xwestin. Hê jî çavê wan di berîka me de ye. Her roja ku derbas dibe em hê zêdetir bacê didin. Divê ku pergala bacê bê rewşeke adîlane. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê em dibêjin êdî bes e.” 
 
‘Divê em rêxistinina xwe mezin bikin
 
Piştre jî Sekretera Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher axivî û 1’ê Gulanê li her kesî pîroz kir. Doneyê, da zanîn ku fatûreya hemû krîzan li wan tê birîn û ew êdî ji pergala xerab a sermayeyê re dibêjin na û wiha axivî: “Ji bo gel bi hev re bi awayekî azad bijîn, hêvî em in. Divê em mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin û rêxistiniya xwe mezintir bikin.” 
 
Piştî axaftina Doneyê, hunermend Hozan Ciwan derket ser dikê. 
 
‘Wê têkoşîn bidome’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Mûstafa Mesût Tekîk jî got ku sedema xizaniya li welat, şerê 40 sal in tê domand in. 
 
‘Ev ne şerê kedkarane’
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got ku 1’ê Gulanê navê jiyana azad û birûmet e. Çîgdemê, axaftina xwe wiha bidawî kir: “Karker, kedkar, jin û ciwanên welêt tevî zextan jî paşvegav neavêtin. Têkoşîna karker û kedkaran ji bo wekheviyê ye. Tevî astengkirinan jî kedkar, karker, ciwan û kesên jiyaneke birûmet dixwazin hatin vê derê. Li Tirkiyeyê krîzên cidî hene û ku yek ji van xizanî ye. 3 milyon û nîv zarok birçî dikevin nava cihan. Sebeba vê jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Di 22 salên îktîdara AKP’ê de 33 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Karkerên Tirkiyeyê ne tenê xwehê, xwîna wan jî diherike. 
 
‘Yekane rê têkoşîna hevpar e’
 
Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckrin. Ev şer ne şerê karker û kedkaran e. Keda karker û kedkaran bi şer tune dikin. Sedema krîza heyî polîtîkayên şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Hûn nikarin rastiya kurd bi rêya şer biguherînin. Bi milyonan kes dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de îradeya wan e. Ew jî dizanin di mijara çareseriya demokratîk de rola birêz Ocalan çiqasî girîng e. Lê li şûna çareseriyê, şer tercîh dikin. Heke têkoşîna me bibe yek em ê bikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê. Gelê me di hilbijartinan de bersiva wan da. Tenê rêyek li pêşiya me heye, divê em bibin yekdeng û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
 
Piştî axaftinan, li ber stranên kurdî govend hate gerandin û mitîng bi dawî bû.