Em çiqasî dûrî rojnamegeriya ku kirdeya wê mirov in

  • 09:02 26 Sibat 2023
  • Medya Kritîk
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku erdhêj pêk hatiye gelo em li ser nûçegîhaniya çapemeniya alîgir, reklamên TV’yan,  parvekirinên rojnamegeran yên li ser çapemeniya civakî bisekinin? Bêgumanli hember van alterantîf jî hene. Gelo em ê weşangeriya ku kirdeya wê mirove kengê bigirin rojeva xwe?
 
Di ser erdhêja ku navenda wê Bazarcix û Elbîstan  pêk hat 20 roj derbas bû. Yek ji bajarên herî zêde hilweşîn lê çêbû Hatay bû. Li Hatayê 20’ê Sibatê de erdhejek din a bi pêla 6.4 pêk hat. Piştî erdhêjan bajarên Mereş, Semsur, Dîlok, Meletî, Edene û Hatayê  hemû hilweşiyan û xebatên rakirina kavilan didome.
 
Yên malên wan hilweşiyan û xesarek mezin dîtin di kon de dijîn. Pêvajoya ewil a rakirina kavilan û xilaskirinê niha derbasî pêvajoya jiyana konbajaran.
Piştî erdhêjê kanalan weşanên zindî kirin. Weşanên çawa bû gelo? Bi bantên wekê ‘Haberturk li Hatayê ye’, ‘CNN Turk li Dîlokê ye’ û ‘A Haber li Mereşê ye’ weşan hatin kirin. Kanalan reklamên xwe li cihê bûyerê dan kirin û nayê fêmkirin tişta dixwazin çawa bidin nişandan. Temaşevan dixwazin nûçeyan bigirin  tiştên li wir tên jiyîn bibînin. Lê bi reklamên kanalan re tên rûhev.
 
Em hemû bepirsin
 
Bi karasetê re divê em travma welatiyan jî li ber çavan bigirin. Her dema erdhejzedeyan kişandin bêguman wê rê li ber travmayê nû veke. Di vir de mijarek din ya girîng zarok in. Dema ji kavilan hatin derxistin divê bihata fikirîn ku wê gelek bandor li ser wan bên kirin. Li ser platformên çapemeniya civakî parvekirina wêneyên zarokan bêguman ne raste û divê  pirsgirêkên dertên li ber çavan bên girtin. Ev berpirsyariya  me hemûyane.
 
Ji dervê nûçegîhaniya civakî li hemû weşangeriyê, nûçegîhaniya plankirî jî zêde bû. Di nûçeyên hatin çêkirin de qurf bi êşa gel kirin. Yek ji van kanalan A haber bû. Yê nûçe çêkiribû jî Midûrê Yurt Stenbol Haber Kerîm Ulak bû.  Heman Kanal û nûçegîhanî li herêma erdhêjê dîmenên belavkirina alavên paqjiyê dikşand û bi zor leşker dida axaftin. 
 
Nûçegîhaniya mirov esas digire
 
Mijarek din a divê mirov baldarin bin eve. Fêdeya nûçeya ji kê re heye. Dema mirov wêneyên kavilê dikşînin an jî bi wleatiyan re daxivin divê mirov bi baldar bin. Rojnamegerî ne şov e. Divê em vê jibîr nekin. Civak kirdeye, nûçe jî ji bo fêdeya civakê tê kirin, divê mirov esas bê girtin.
 
Çapemeniya azad di hedefê de ye
 
Di pêvajoya karasetê de jî çapemeniya azad hedef bû. Malperên nûçeyan, kanalên TV tên astengkirin.  Ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezay Sulh a Enqereyê ve di 21’ê Sibatê de navnîşanên twîtter, facebook, telegram hatin astengkirin.  Di nav malperên hatin astengkirin de navnîşana ajansa me, ya ajansa MA,  Ronahî Tv jî heye. RTUK’ê ji bo Halk Tv, Tele1 û Fox Tv 5 caran cezayê pere yê îdarî û rawestînê birî.
 
Li aliyekî rastiya çepemeniya azad ku hewl de dengê muxalîf û bindestan bide bihistin û li aliyê din jî çapemeniya alîgirê desthilatdariyê. Divê ji RTUK’ê bê pirsîn, li gorî krîterên we weşangeriyek heye gelo?