Medyaya hawiz di bin kavilan de ma !

  • 10:24 12 Sibat 2023
  • Medya Kritîk
 
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel qeyrana aborî, siyasî, civakî ya li Tirkiyeyê erdhejek bandora wê giran pêk hat. Îktidara heyî jî ev erdhej wekî "qeder" pênase kir û alîkariyên ku ji bo gel dihatin kirin jî asteng kir. Vê îktidara xwest erdhejê veguherîne fersendekê, bi gefxwarin, heqaret, astengkirina rojnamegeran û înternetê hewl da kêmasiyên xwe binpaç bike. Di vê erdhejê de ne dewletê, gel bi xwe hewl da ku birînên xwe bipêçe. Li gel vêya dengê jineke ku dilê wê li ber kavilên erdhejê dişewitî wiha di bin hişê mirovan de cihê xwe girt, "Ka hûn li ku ne ? Di dema xwestina dengan de dewlet heye?" Medyaya hawiz a ku qêrîna vê jinê nedît jî sepana OHAL'ê wekî "mizgîniya xêrê" da bihîstin. 
 
Felaketa sedsalê
 
Di 6'ê Sibatê de navenda wê Bazarcixa Mereşê bi pîleya 7.7 û 7.6 saet di 04.17'an de erdhejeke mezin pêk hat. Vê erdhejê bandoreke mezin û neyînî li ser bajarên Mereş, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Kîlîs, Riha, Semsûr, Meletî, Hatayê kir. Tevî ku Navenda Lêkolînê ya ku navenda wê li Hollandayê ye di 3'yê Sibatê de derbarê erdhejê de Tirkiye hişyar kiribû dîsa jî ji aliyê îktidara heyî ve tu tedbîr nehat girtin. Loma jî bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran mirov hîn di bin kavilan de ne û li gor rapora TMMOB'ê jî li gelek deveran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine kirin. Ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê jî gelek kes nexweş ketin an jî ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Di bin şert û mercên dijwar de bi şevan bi milyonan kes li derve man û pêdiviyên wan ên jiyanî jî nehat bicihanîn. Dengê erdhejzedeyên ku li ber kamerayan kirin gazî û gotin, " AFAD nehatiye" ji aliyê medyaya hawiz ve hat birîn. Loma jî erdheja di 6'ê Sibatê de wekî felaketa sedsalê hat pênasekirin. 
 
Alîkarî hatin astengkirin
 
Îktidara AKP-MHP'ê ya ku xwest vê erdhejê veguherîne fersendekê jî li pêş kamerayan gef li mexdûrên erdhejê xwar. Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan ê di roja sêyemîn a erdhejê de bi sedan parêzvan dabû dora xwe û çûbû Hatayê ji mexdûrên erdhejê re got "Bênamûs, bêşeref". Bi ser êşa mexdûrên erdhejê û tedbîrên ku nehatibûn girtin, heqaret jî hat kirin. Bi vê helwestê eşkere xuya kir ku dewlet li vir têk çûye. Îktidara ku çare di astengkirina alîkariyan, heqaret û gefxwarinê de dît, fatûraya qeyranan dîsa li gel birî. Gel jî hewl da birînên xwe bi xwe bipêçe. HDP, Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê bi hevkariya sazî û dilxwazan, ji bo vê birînê bipêçe li her bajarî maseya qeyranê û kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin. Lê belê îktidara heyî ji bo ev alîkarî bên astengkirin çi ji destan hat, kir. Polîsan TIR'a alîkariyê ya ku HDP'a Mêrdînê ji bo mexdûrên erdhejê yên Meletiyê şand, li têketina navçeya Wêranşarê ya Rihayê desteser kirin. Polîsên ku TIR desteser kirin dan zanîn dê ji bilî alîkariyên AFAD'ê destûra tu alîkariyan nedin. Dîmenê vê yekê li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin. Ev tenê mînakeke şênber a astengkirinê ye lê belê gelek mînakên bi vî rengî hene. Em astengkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê îktidara heyî ve jî ji bîr nekin. Her wiha di nava vê felaketê de êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê. 
 
Manîpulasyona medyaya hawiz 
 
Manîpîlasyon, veşartina rastiyan, ragihandina şaş û kêm a medyaya hawiz ji roja erdhej pêk hat heta niha dewam kir. Mînakên vê yekê gelek in lê belê bi çend mînakên şênber em ê vê rewşê raxin pêş çavan. Di weşana zindî ya Haberturkê de mexdûrekî erdhejê dema got;"Erdogan dibêje AFAD gihaşt alîkariyê, ka AFAD?" dengê wî hat birîn. Dîsa dema ekîba rizgarkirinê ya ji Başûrê Kurdistanê hatibû Dîlokê û welatiyên di bi kavilan de rizgar dikir, ji aliyê Qenal D'yê ve wekî ku ji Katarê hatibin, hat nîşandan. Tevî ku li paş berdilka li xwe kiribûn Hewlêr û Duhok hatibû nivîsandin jî. Li vir dîsa bêtehemuliya medyaya hawiz a li dijî gelê kurd û gotina Kurdistanê derket holê. Wezîrê Gihandinê Adîl Karaismailoglu jî dema Tayyip Erdogan diaxive kumê serê zarokekî derdixe û zarokê li dora xwe kirine rêzê jî bi vî rengî îstismar dikin. Ev dîmen jî bû sedema gelek nerazîbûnan û wê demeke dirêj di bin hişê mirovan de cihê xwe bigire. Vana tenê çend dîmenên sosirmet ên derketine pêş çavên me ne. 
 
Astengkirina çapemeniya azad 
 
Ji xeynî van dîmenên sosirmet ji ber polîtîkayên dewletê yên berjewendiya gel naparêze ev erdhej veguherî komkujiyê û ji bo ev rastî bê veşartin jî medyaya alîgir li ser kar e. Baş e ku çapemeniya azad heye û mafê gihandina rastiyan ê civakê diparêze. Lê belê her tim berdêla vê yekê jî dide. Di vê pêvajoya erdhejê de jî rojnamegerên li qadên erdhejê bûn hatin astengkirin. Tenê kesên xizmeta medyaya hawiz dikirin li qadan nedihatin astengkirin. Nûçegîhana JINNEWS'ê Sema Çaglak û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Mahmut Altintaş ên di bin şert û mercên dijwar de li qadên erdhejê nûçe dişopandin hatin binçavkirin. Bi hinceta qertên wan ên turkuaz tune ye hat xwestin rojnameger ji qadan bên dûrxistin. Dîsa nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Güleç bi kesê kup ê re diaxivî re hate binçevkirin. Lê belê rojnamegerên ragihandina rastiya civakê diparêzin serî netewandin û karê xwe dewam kirin. 
 
Cenazeyên bi motosîkletê hatin hilgirtin û ji aliyê guran ve hatin xwarin
 
Navika îkitira heyî li ser qetilkirina mirovan hatiye birîn. Loma jî di vê erdhejê de em bûn şahidên gelek dîmenên dil dişewitîne. Bi hezaran mirov li hêviya rizgarkirina kesên di bin kaviland de bûn lê belê li Mereşê berê qesaya pereyan a Qursa Quranê ya Hicretê hat rizgarkirin. Dîsa dîmenekî din ê balkêş û dil diêşand dîmenê cenazeyê li ser motosîkletê dihat hilgirtin bû. Her wiha nûçeyên ku ji aliyê çapemeniya azad ve dihatin ragihandin jî pîvana dijwariya encamên erdhejê jî radixistin pêş çavan. Nûçeyên ku ji aliyê çapemeniya alîgir ve nedihatin dîtin... Yek ji van nûçeyana xwarina cenazeyan a ji aliyê guran bû. Ji gundê Kalburcu yê Semsûrê dilxwazên erhdejê û gundiyan dema xwe gihandin ajansa Mezopotamyayê dan zanîn tu alîkarî negihîştiye gundên Bûlam û Çêlikanê û gotin cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tên xwarin. Hinek kes di wesayitan de bi cenazeyan man. Hinekan jî cenazeyên xwe bi motosîkletan hilgirtin. Lê belê çapemeniya alîgir a ku ev yek nedît sozên Tayyip Erdogan ên ji bo mexdûrên erdhejê dabûn, kirin manşet. 
 
Medyaya hawiz di bin kavilan de ma !
 
Niha pispor balê dikşînin ser erdheja ku îhtimal heye li Çewligê û li Stenbolê çêbibe. Lê belê li gel vê yekê jî dîsa tu tedbîr ji aliyê dewletê ve nayê girtin. Dewsa tedbîr bên girtin tevî vê karesatê jî dîsa kesên doza azadiya xwe diparêzin tên binçavkirin û girtin. Her wiha îktidar ji bo paldanka xwe zexm bike vê bobelatê dixwaze veguherîne fersendekê û OHAL'ê îlan dike. Ji bo armancên xwe di bin navê OHAL'ê de pêk bîne, vê yekê jî bi rêya çapemeniya xwe ya hawiz wekî "xebereke xweş" radigihîne. Çapemeniya hawiz a ku ew xîret pê re tune ye ku pirsa; "Ka 9,3 milyar lîre bacên erdhejê yên di 2022’yan de hatine komkirin?" bike.  Loma jî medyaya hawiz di bin kavilan de ma !