Gumanbar kî ye, mexdûr kî ye?

  • 09:02 5 Sibat 2023
  • Medya Kritîk
 
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî derket holê ku damezerînerê Weqfa Hîranurê ya girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicandibû û bi salan destdirêjî li zarokê hatiye kirin şûnde, di tarîkat û cemaetan de li zarok û jinan çi tên kirin carek din hat rojevê. Yek ji lingê ku li dora weqfê dibin zirx çapemenî ye û gelo çapemenî jî gumanbarê mijarê ye?
 
Bi salane nokteyeke ku tevgera jinan tîne ziman heye. Zimanê çapemeniyê û rewakirina tundiyê. Di vê quncika xwe de me gelek carî zimanê çapemeniya serdest girt dest. Tiştên di doza 30’yê Çileyê de li Stenbolê hat dîtin de derket holê her tiştî nîşan dide.
 
Beriya zimanê çapemeniyê, divê em li pêşketina pêvajoya dozê binêrin. Damezerînerê Weqfa Hîranur a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicandibû û bi salan destdirêjî li zarokê hatibû kirin.  Gumanbarên destdirêjiya sîstematîk bi nûçeya Rojnameya BîrGun derket holê û gumanbarên wê ji aliyê hemû alavên desthilatdariyê ve tên parastin. Doz li ser gilîkirina H.K.G hat vekirin. H.K.G di 2020’î de diçe dozger û der barê malbat û Kadîr Îsteklî de gilî dike.
 
Veşartin, kumpas
 
H.K.G 13 salî tê dergîstîkirin, 14 salî daweta wê tê kirin û heman salê di 17’ê Tebaxa 2012’an de ji ber bêrêkûpêkbûna cilîkîbûnê dayika wê dibe bijîşk. Piştî dermankirina bijîşk agahî didin polîs. Dozgerî di lêpirsînê de belgeya welîdîna H.K.G naxwaze, ji bo tespîtkirina temenê hestî sewqî Nexweşxana Numune ya Haydarpaşa dike. Li gorî îdiayan, tarîkat li şûna H.K.G jinek 21 salî dike testa hestî. Piştre biryara cih ji lêpirsînê re tune didin ser dosyayê.
 
Gîlî kir
 
H.K.G ku hat 18 salî mehra fermî hat birîn. Di vê demê de bijîşkek jin nas dike û ji bijîşk re dibêje ji zarokatiyê de destdirêjî lê hatiye kirin. Di wan salan de li ser çapemeniya civakî jinekê nas dike û ji H.K.G re dibêje dozê veke û axaftinên bi Kadîr Îsteklî re bike bin qeydan. H.K.G di 2020’î de diçe Dozgeriya Anadolu ya Stenbolê û wêneyê 6 salî ku bukanî lê ye û Kadîr Îsteklî yê 29 salî ligel wê ye , wêneyên din û qeyda deng bir dozgeriyê.
 
Li ser hev îstîsmar
 
H.K.G ku dest ji Kadîr Îsteklî berda, tevî gilî kir 2 salan doz li Kadîr Îsteklî  nehat vekirin. Îdianame di 30’ê Cotmeha 2022’yan de temam bû. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Kadîr Îsteklî, Yusuf Ziya Gumuşel û Fatma Gumuşel ‘îstîsmara sîstematîk’ kirine. Dozger di îdianameyê de xwest ku her sê gumanbar herî kêm her yek 27 sal ceza bigirin.
 
Girtina piştî bertekan
 
Piştî bûyer derket holê daraza ku neket tevgerê, li ser bertekên rayagiştî Kadîr Îsteklî û Yusuf Ziya Gumuşel hat girtin. Rûniştina yekem di 30’ê Çileyê de hat dîtin. Rûniştin girtî hat dîtin û biryara qedexeya weşanê hat danîn. 
 
Çima tê veşartin?
 
Aliyekî ku piştî destdirêjî derket holê di cihên xwe de nasekinin heye û ev hewldana wan pirsa ‘gelo hinek tiştên din ên veşartî hene’ tîne hişê mirovan. Beriya rûniştinê murîdan li edliyeyê êrîşî her kesî kirin û ev jî pirsa gelo bêtir tiştên din ên tên veşartin hene tîne hişê mirovan.
 
Piştgirî!
 
Rojnameya Yenî Akît, her kes dizane ku parastina Weqfa Hîranur dike. Beriya dozê jî û di dema dozê de jî, performansa xwe ya bi biryar domand.
 
Gumanbar kî ne
 
Di cematan de sûcên li hember jin û zarokan tên kirin tên veşartin. Em sêgoşeya daraz, cemaet û desthilatdariyê hinek berfireh bikin çapemeniyê jî lê zêde bikin. Yek ji lingê ku li dora weqfê dibin zirx çapemenî ye û gelo çapemenî jî gumanbarê mijarê ye?