Em ê nebin rojnamegerên bêrûmet

  • 09:29 30 Cotmeh 2022
  • Medya Kritîk
 
Nişmiye Guler
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 9 hevalên me ku li dijî bêrûmetiya desthilatdariyê ferz kir serî netewandin, hatin girtin. Ji ber vê têkoşîna wan ya heqîqetê ya me hamûyane. Dawiya vê rê wê me hemûyan bibe rumetê.
 
Di van rojên ku polîtîkayên şer yên ku gelê Tirk û gelê Kurd tîne hember hev ketiye dewrê, 9 hevalên me yên ku tercîha xwe di riya heqîqetê de kirine hatin girtin. Ez ê nebêjim ‘Hîna’. Ji ber Hevala me rojnameger Nagîhan Akarsel ya di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hat qetilkirin di nivîsek xwe de gotibû ‘hîna’ pêvajo tê normalkirin. Belê bêguman ev rexneyek mafdar e. Di dîroka nêz de 16 hevalên me di 16 hezîranê de hatin girtin. Senaryoya ji bo wan hevalên me hatibû amadekirin ji bo 9 hevalên me yên din jî amade kirine.
 
Senaryo vala hat derxistin
 
Ji ber ku vêcarê  baş xwe amade kiribûn. Qesta min ya ji başiyê ev e, berê hatiye plankirin û fikirîn. Her wiha senaryo jî bi polîsên şandine malê baş dane xwendin û ji wan xwestine ku lîstikvaniya xelatkirinê bilîzin. Çawa ketine hundir hevalên me avêtine erdê ji paşve kelepçe kirine û bi taybet dijûn û heqeret li hevalên me yên jin kirine, bi saetan li dokumanên ‘rêxistinî’ griyane û piştre li ber kamerayan şov kirine. Lê hevalên me  dema ji malê hatine derxistin bi serbilindiya ku nîşan dane, bi sekna mafdar ev senaryo vala derxistine.
 
Sekna Berîvanê ji wan re bû derd
 
Bi taybet sekna hevala me ya Berîvan Altan ji wan re bûye derd ku, trolên ‘AK’ yên bi pere kirine dewrê û dixwazin bi vê nêrînê biafirînin. Lê ev hewldan jî vala bû. Li 11 hevalên me her cureyê şîdeta psîkolojîk û fîzîkî hat kirin. Ber bi sibehê bêdeng girtin lê di korîdorên edliyê de dirûşmên ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ hatin berzkirin. Ev nîşaneya sekna bi rumet û mafdar a hevalên me bû.
 
Ya hat girtin çapemeniya azad a Kurd bû
 
Hevalên me bi nûçeyên xwe ji mafê girtina nûçeyan a rayagiştî re xizmet kirin û tevî îşkenca dîtin sekna bi rumet parastin. Em werin rewşa derve. Ji bilî kedkarên çapemeniya Azad û hinek dostan her kes li dijî vê senaryo û mîzansenê bêdeng ma. Rojname û televîzyonên ku qaşo ji xwe re dibêjin em muxalîfin hevalên me hedef girtin. Hinek rojnameyan  wekê ku li vî welatî rojnamegeran îşkence nedîtiye nehatine girtin tevgeriyan. Ev rojname jî qaşo rojnameyên muxalîf in. Hevalên me li korîdorên edliyê tenê hatin hiştin. Wekê ku qet dem û dewran venegere û wê berê xwe nede wan. Hinek rojnameyên ku êdî bêrumet hatine hiştin jî îcazeta vexwendînameya desthilatdariyê kirin, methiye rêz kirin. Ji ber ya hatibû girtinê çapemeniya azad a Kurd bû.
 
‘Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’
 
Dirûşmeya ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ ya li korîdorên edliyê bilind bû di esasê de gelek tiştî ji me re vedibêje. Wan bi nûçeyên xwe heqîqet gîhandin gel. Sûcên şer yên desthilatdariyê danîn holê. Di hawireke ku muxalîf tên çewisandin û bêdengkirin de, hevalên me qet xwe nedan alî û bedel dan ber çavan, nûçeyên xwe çêkirin. Bêyî tirs li hember destilatdariyê rawestiyan û nîşan dan ku generalên biçûk yên Musa Anter, paşengên Gurbetellî Ersoz, hevalên Nagîhan Akarsel in. 
 
‘Ev dewlet ji me çi dixwaze?’
 
Mamosteyê me Huseyîn Aykol dema hevalên me hatin binçavkirin di rojnameya Yenî Yaşam de nivîsek bi navêEv dewlet ji me çi dixwaze?’ nivîsî bû. Ez jî li nivîsa mamosteyê me tiştekî zêde bikim: “Mamoste ev dewlet dixwaze em bibin rojnamegerên bêrûmet. Lê ji ber em rumeta xwe diparêzin, em li hember wan serbilind disekinin, Em methiya rêz nakin, ji ber em pirtûkan dixwînin, em sûcên wan yên şer derdixin holê,  ji me hez nakin. Em çi bikin, em ev in, 30 sale wan çi  jî kir me xwe bêrûmet nekir. Nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bêrûmet bikin…”
 
Hîna gelek riya me heye…Ligel 16 hevalan em têkoşîna heqîqetê ya 9 hevalên xwe jî digirin ser milê xwe û meşa xwe didomînin. Dawiya vê rêyê wê derkeve azadî û rumeta civakî…