Yan hûn ê biguherin an hûn ê biguherin!

  • 09:10 31 Tîrmeh 2022
  • Medya Kritîk
 
Zuhal Atlan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya desthilatdariyê dema dinivîse yan jî ji temaşevanan re rave dike bi xetek wisa zirav dike ku xwendevan an jî temaşevan ne jina hatiye qetilkirin, ne jî lîstikên li dijî jinan dibîne. Çapemenî kujeran wek ‘sapik, psîkopat’ rave dike û di esasê de hewl dide ku ev ne mijareke polîtîk e.
 
Di hefteya borî de nûçeya cînayetek jinê hat weşandin. Jina bi navê Pinar Damar ji aliyê malbatê ve lêgerîna wê tê kirin û der barê ku li ku derê ye agahiya cih digirin. Wek tê bîra we du sal berê Pinar Gultekîn jî beriya cenazeyê wê bê dîtin nûçeyek hat weşandin û heta ku hat fêmkirin Pinar hatiye qetilkirin. Ger ku jinek winda be û nehatibe dîtin nûçeyek qetilkirinê dertê holê. Cenazeyê Pinar Damar jî wek a Pinar Gultekîn li qada daristanê hat dîtin. Û kujer dîsa mêrê nêzê wê ye. Gelo em matmayî man. Na!
 
Gelo tesaduf e?
 
Piştî cinayeta Pinar Damar derket holê, Dadgeha Bilind der barê doza betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê jî biryara redê da. Lê balkêş e dema Pinar Gultekîn hat qetilkirin, demeke ku Peymana Stenbolê hedef hatibû girtin bû. Her du Pinar jî di meha Tîrmehê de hatin qetilkirin. Yek di 2020’î de ya din jî di 2022’yan de. Jinên ku her deqe bi fikara ku ji aliyê mêrêkî ve bên qetilkirin dijîn…
 
Qetilkirina Pinar Damar
 
Lê cinayeta Pinar Damar ji aliyê rêxistinên jinan ve, partiyên siyasî, rêxistinên mafê mirovan de zêde nebû rojev. Tenê çend peymanên bi hêrs û twwitirê. Sedema vê gelo çiye, gelo tevgera jinan êdî baş lêkolîn nake an jî bi rastî di rojeveke gelek tije de ne û dema wan tune ye? Li dijî biryara Dadgeha Bilind a ji bo Peymana Stenbolê deng nehat derxistin wê ji bo cînayeta Pinar Damar derxin… Bêguman li welat rojê 5 jin tên qetilkirin, serhildan û têkoşîn bûye ji rêzê. Lê li gorî min bêdengî tê wateya ku pêşî li polîtîkayên rewakirinê ya desthilatdariyê vedike.
 
Têkiliya wê ya bi gumanbar re bû rojev
 
Mijarek din jî di cînayeta Pinar Damar de jî wek ya Pinar Gultekîn, li şûna ku li ser kuştinê bisekinin, li ser polîtîkayan bisekinin û helwestê rexne bikin, têkiliya Pinar Damar a bi Metîn Aydin re hat destgirtin. Gelo ev biyanî ye? Wek a Pinar Gultekîn di vir de jî têkiliya wê hat destgirtin.
 
Em ji pêvajoya Pinar Gultekîn dizanin
 
Parastina kujerê Pinar Damar a dişibe kujerê Pinar Gultekîn mijara gotinê ye. Çapemeniya alîgir her roj wêneyên Pinarê weşandin û gotin bi kujer re têkiliya wê hebû û wek sûcdar nîşan da. Me di qetilkirina Pinar Gultekîn de jî şahidiya vê kir. Çapemenî kujeran wek ‘sapik, psîkopat’ rave dike û di esasê de hewl dide ku ev ne mijareke polîtîke. Kujer wek psîkopatekî ku divê bên dermanirin nîşan didin. Bi van sifatan jî xelateke din jî ji darazê digirin: Tahrîka bêmaf! Wek di ya Cemal Metîn Avci de.
 
Ya hûn ê biguherin ya hûn ê biguherin!
 
Tevî ku em bi dehan carî ne dinivîsin û dibêjin, rastiyek çapemeniyê ya di şaşiyên xwe de israr dike heye. Divê ev jî bê gotin ku ravekirina cinayetên jinan di rûpelên sêyem de bê dayîn, her çiqas wek mijarek polîtîk neyê dîtin jî–bi kurtasî; li gorî berê hinek din pêşketin heye û ev bi saya tevgera jinan e. Em ê bi israr binivîsin ku cînayetên jinan polîtîk in. Yan hûn ê biguherin yan hûn ê biguherin….