Cenazeyê lîderê tarîkatê û nêrîna serdest a çapemeniyê

  • 09:04 3 Tîrmeh 2022
  • Medya Kritîk
 
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî agahiya mirina lîderê tarîkatê çapemeniyê, li şûna tarîtiya van tarîkatan lêkolîn bikin wesfa lîderê cemaetê qebûl kirin û piştî Mahmut Ustaosmanoglu şûnde agahiya lîderê nû hat. Di hinek sernavan de tabîra ‘Xoce efendî’ hat bikaranîn û di nokteyeke xwedîderketinê de; hinek saziyên çapemeniyê jî navê kesê mijara gotinê ye bi kar anîn û hem dan nasîn hem jî nirx danê.
 
Şer, krîza aborî, xizanî, êrîşên li hember Gelê Kurd û li hember gelên Tirkiyeyê, binpêkirin. Ev hemû li aliyekî berdewam dikin û li aliyê din jî  rojevên din ên li her derê Tirkiyeyê ku bi lez tên jiyîn û zû tên jibîrkirin tên jiyîn. Rojev wek şerîdên fîlm derbas dibin. Ev rojev di alî civakî polîtîk de nayên tahlîlkirin û tên piştguhkirin. Ev demek dirêj e bi polîtîkaya ku her tiştî normal dibîne, bûyer  di hişên me de wek demek kurt dimînin.
 
Skandal, spekulasyon, zayendperestî..
 
Di nava van rojevan de çapemenî bi rojevên çêker gelek tiştî bi me dide jibîrkirin û carna jî nabîne yan jî şaş nîşan dide, bûyeran berovajî dike û sahneyek nû ava dikin. Ev plan û lîstik jî li ser hedefgirtin, spekulasyon, zayendperestî û yekparêziyê pêş dikeve. Çapemenî dema xwe çiqas ji nêrîna serdest re vediqetîne û aliyên din çiqas dibîne bêguman divê bê nîqaşkirin. Ligel vê çapemeniya alternatîf jî carna giranî dide rewşên popilîst û di metna nûçeyan de ji rexneyan dûr dikeve.
 
Zimanzanê Hollandayî Teun van Dîjk yek ji têgehên herî girîng a di feraseta gotinê de îdeolojiyê dibîne û di vê nokteyê de daneyên girîng derdixe holê. Van Dîjk dibêje di derketina gotinê de û belavbûna wê de îdeolojî girîng in û li gorî wê di fêmkirin û avabûna gotinê de îdeolojî, der barê qadên civakî de bi hevkariya zanîna kom û helwestê tên bikaranîn. Van Dîjk nûçeyên tenê wek metin nagire dest û di astên fêmkirin û hilberandinê de analîz dike. Di asta makro û mîkro de sernav, spot, têketina nûçeyan analîz dike.
 
Van Dîjk diyar dike ku sernavên nûçeyan bi puntoyên mezin û bold bala xwendevanan dikşîne. Dibêje sernavê nûçeyê zanîna herî girîng a nûçeyê dihewîne û dibêje biryarek subjektîfek e ku divê agahiya herî girîng di ser nav de derkeve holê.
 
Merasîma cenazeyê zindî hat dayîn
 
Lîderê cemaeta Îsmaîlaga ku girêdaye tarîkata Nakşîbendî ye, Mahmut Ustaosmanoglu di rojên borî de jiyana xwe ji dest da. Di merasîma cenazeyê wî de ji serokomarê AKP’ê Erdogan bigirin heta rayedarên dewletê û gelek kesên ji CHP’ê hemû erkanên dewletê di merasîmê de cih girtin. Li Fatîhê bi dehezaran kes tevli merasîma cenaze bûn. Ajansa Anadolu (AA) bi zindî weşan kir. DHA, ÎHA hemû kite kiteyên merasîmê serwîs kirin. Gelek saziyên din ên çapemeniyê jî der barê mijarê de û her wiha agahiya ku bila jin tevli merasîma cenaze nebin dan. Bêguman dema em bandora vê tarîkatê ya li ser Tirkiyeyê bifkirin, bêguman nirxa vê nûçeyê hebû lê divê çawa ba? Ev pirsek girîng e. Bi giştî di nûçeyan de îfadeyên notr cih girt û kêm cih dan teşhîrê.
 
Hinek sernavên nûçeyan wiha ne: 
 
“Sputnik:Der barê cenazeyê Ustaosmanoglu yê ji Cemaata Îsmaîlaga daxuyanî: Bila jin neyên merasîma cenazeyê
 
Cumhuriyet:Der barê cenazeyê Ustaogmanoglu de ji cemaeta Îsmaîlaga daxuyanî:Em rîca dikin ku xwişkên me tevli cenaze nebin.
 
Rojnameya Bîrgun:Ji tarîkata Îsmaîlaga der barê cenazeyê Ustaogmanoglu daxuyanî: Bila jin neyên
 
Yenîçag: Cemaata Îsmaîlaga daxuyand: Bila jin neyên cenaze
 
Di naveroka nûçeyan de rûyê hundir ê tarîkatê tunebû
 
Di gelek nûçeyan de paşeroj û jiyana lîderê tarîkatê hat dayîn û di naveroka nûçeyê de rûyê rast ê tarîkata mijara gotinê ye yanî rûyê din ê madalyonê tunebû. Li aliyê din jî agahiya mirina lîderê tarîkatê çapemeniyê, li şûna tarîtiya van tarîkatan lêkolîn bikin wesfa lîderê cemaetê qebûl kirin û piştî Mahmut Ustaosmanoglu şûnde agahiya lîderê nû hat. Di hinek sernavan de tabîra ‘Xoce efendî’ hat bikaranîn û di nokteyeke xwedîderketinê de; hinek saziyên çapemeniyê jî navê kesê mijara gotinê ye bi kar anîn û hem dan nasîn hem jî nirx danê.
 
Star: Lîderê nû yê Cemaata Îsmaîlaga, Hasan Kiliç xoce efendî kî ye? Kesê bê cihê Mahmut efendî diyar bû!
 
Yenî Şafak: Lîderê nû yê cemaata Îsmaîlaga, Hasan Efendî kî ye?
 
Duvar:Lîderê nû yê cemaeta Îsmaîlaga Hasan Kiliç e 
 
Habersol:Lîderê Nû di merasîma cenaze de hat aşkerakirin
 
Di pêvajoya darbeyê de hat avakirin
 
Tarîkata mijara gotinê ya di pêvajoya darbeyê de hat avakirin, îro hema hema li her derê Tirkiyeyê, li wargeh û qursên Kuranê xwedî gotin in û di statuya serdestiyê de ne. Ne tenê di qada civakî de di qada siyasî de jî di her mijarê de xwedî gotin in û nîjadperestî û hedefgirtinê her tim bi kar tîne. Ahmet Mahmut Unlu ku di tarîktê de cih digire û di rayagiştî de wek Cubelî Ahmet tê binavkirin demekê di operasyona fuhuş û çeteyan de hat girtin û di rojên borî de di vîdeoya ku weşandiye de HDP û hilbijêrên wê hedef girtibû. Vîdeo li ser çapemeniya dîjîtal parve kir û bi qasî gotina ‘Hûn kesên ku deng didin HDP’ê û piştgiriyê didin PKK’ê ji welat dernexin, hûn nikarin yekîtiya welat pêk bînin.’
 
Cemaeta Îsmaîlaga berê bi gelek bûyerên îstîsmar û tecawizê hatibû rojevê û bi bûyerên suîkastê yên li hember endamên wan hatibû rojevê.