Niha dema lêpirsînkirinê ye…

  • 09:11 26 Hezîran 2022
  • Medya Kritîk
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mezra Sersul ku bi sedan leşkerî raste rast gule reşandin hewa û jin û zarok hatin îşkencekirin, rayagiştî bi saya nûçegîhaniya welatiyan, tiştên hatin jiyîn fêr bû, gelo ev bendewariya rayagiştî tîne cih?
 Niha dema lêpirsînkirinê ye..
 
Çima hêza çapemeniyê evqas girînge? Bersiva pirsê diyar e. Çapemenî îro wek hêza yekem tê qebûlkirin û bandora çapemeniyê ya li ser civakê jî bêguman nayê nîqaşkirin. Lê tişta esas ya divê bê nîqaşkirin hêza çepemeniyê di destê kê de ye?Hêz ji nokteyeke esas ya diyar re xizmetê dike.
 
Hêza esas gel e
 
Di roja îro de desthilatdarî herî zêde li ser çapemeniyê disekine û hewl didin destê xwe de bigirin. Çapemenî îro di alî ku rê bide ber rayagiştî de gelek bi bandor e. Bêguman kî çawa bikar tîne jî mijarek cuda ye. Her çiqas bê zanîn ku hêza esas gel e jî çapemeniya di bin kontrola desthilatdariyê de ye, ji bo pirsan bersiva wê tune. Çapemeniya di bin kontrola desthilatdariyê de bûyeran dibîne an jî nabîne.  Ji xwe biryara vê jî nikare bide.
 
Bi ser mezra Sersul de serdegirtin
 
Em di vê mijarê de mînakekê bidin. 20’ê Hezîranê de  leşker û polîsan bi ser mezra Sersul a gundê Xaşkan a Elbaqa Wanê de girtin. Bi îdiaya der barê welatiyê bi navê Mehmet Emîn Atli de biryara lêgerînê heye, serdegirtin pêk anîn û ji aliyê gundiyan ve ev bi kamerayên telefonê hatin kişandin û bi saya çapemeniya civakî  ji rayagiştî re hat ragîhandin.
 
Nûçegîhaniya welatiyan
 
Di vir de nûçegîhaniya welatiyan ket dewrê û ji raya giştî re hat ragîhandin. Di bûyerê de îşkencekirina jin û zarokan û reşandina guleyan mijara gotinê bû. Çapemeniya alîgir tiştên li mezrayê hatin jiyîn nedît û hinekan li ser dîmenan bûyer girtin dest û hinekan jî daxuyaniya walîtiyê derxistin pêş. Bêguman her weşanê li gorî xwe mijar girt dest, lê li hole rastiyek hebû, êrîşan li hember jin û zarokan divê bibûna mijar. Ji ber nûçe divê li gorî xwe neyê çêkirin. Ji bo raya giştî bibe xwedî agahî divê zelalî esas be. Bendewariya civakê jî ev e.
 
Em li ser çi bisekinin?
 
Ligel çapemeniya alîgir, bêguman nûçeyên ji aliyê çapemeniya muxalîf ve hatin çêkirin jî girîngin. Di vir de tişta girîng ya divê em balê bikşînin ser ev bû, leşkeran raste rast gule reşandine û jin û zarok îşkence kirin. Ji bo binçavkirina kesekî li 100 kesî îşkence hat kirin. Gelo em li ser vê bisekinin an jî daxuyaniya Walîtiyê ku gotin jin û zarokan kevir avêtine û leşkeran li wan daye.
 
Nûçe ji bo rayagiştî girîng e
 
Di dema serdegirtinê de bi dehan leşkeran kesek girtin û birin wesayîtê û di vê navberê de jî jin û zarok bi fikar bûyer temaşe kirine. Ji ber vê jî nûçe ji bo rayagiştî gelek girîng e.
 
Tiştên li Xaşkanê hatin jiyîn ji aliyê hinek çapemeniyan ve bi van sernavan hatin serwîskirin:
 
Gazete Duvar di malpera  xwe ya nûçeyan de nûçeya Artik Gerçek ya bi ser navê ‘Semîh Atli yê li Wanê bi ser mala wî de hat girtin: Daxuyaniya Walî ne rast e, astengî tunebû’ serwîs kir. Di nûçeyê de hat gotin ku tenê çend zarok û jin li gund bûne, berovajî daxuyaniya Walîtiyê diyar kirin ku astengî mijara gotinê ne.
 
Rojnameya Bîrgun jî bi nûçeya ‘Li Wanê di encama gulebarandinê de nîqaş derket, walitiyê daxuyanî da’ daxuyand.
Rojnameya Sozcu nûçe ‘dîmenên binçavkirina li Wanê bû rojev’  serwîs kir.
 
Tîgrîsê bûyer ‘Ji Baroya Amedê daxuyaniya Elbaqê: Bila lêpirsîn bê destpêkirin’  derxist pêş û balkişand ser reşandina guleyên ji aliyê leşkeran ve hatiye kirin.