Navê sansûrê kirin 'Agahiyên şaş'

  • 09:05 19 Hezîran 2022
  • Medya Kritîk
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Dem, rêbaz, amûr, nav û bi taybetî jî îqtîdar diguherin, lê belê hişmendiya sansûrê naguherin.  Di dema nîqaşên Pêşnûmeqanûna dezanformasyonê de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Gelo rojnamegerên kurd ên azad ji ber “Agahiyên Şaş” dan e hatin girtin? 
 
Pêşnûmeqanûna dezenformasyonê ya ku demek dirêj bû di rojeva raya giştî de bû piştî ku di Komîsyona Medyaya Dîjîtal a Meclîsê re derbas bû ji Komîsyona Edaletê jî derbas bû. Ev pêşnûmeqanûn qaşo ji bo rê li ber “Bi eşkereyî belavkirina agahiyên şaş” ên li ser medyaya dijîtal û medyaya înternetê bigire hatiye amadekirin. Kesên ku li dijî vê qanûnê derkevin jî dê ji salekî heta 3 salan cezayê girtîgehê li wan bê birîn. Ji bo şopandin û kontrolkirinê jî dê li şûna RTUK’ê “Dadgehên îhtîsasê“ bên avakirin.
 
Di sala 2007'an de Qanûna Înternetê 5651’ê ketibû meriyetê. Di nav 15 salan de 18 caran di qanûnê de sererastkirin hatin kirin û herî dawiyê jî bi sernavê "dezenformasyonê" qanûnek tê derxistin. Pêşnûmeqanûna ku derbarê rastkirina qanûnên çapemeniyê hatiye amade kirin ji 40 xalan pêk tê.
 
Ji xwe Serkkomar û serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan dema hat îqtîdarê bi eşkera diyar kir ku “Dê hişmendiya Partiya Demokrat (DP) bidomînin.” DP'ê di navbera salên 1954-1958’ande derbarê çapemeniyê de qanûn derxist û gelek caran di vê qanûnê de sererastkirin kir. Di navbera wan salan de jî 238 rojnameger hatin girtin, vê jî di dîroka Tirkiyeyê de cih girt. Her wiha qanûnên ku wê demê hatin derxistin di sala 1960’an de hatin rakirin û qanûna 6732’yan xistin meriyete. Lê belê ev qanûn jî niha dişibe ‘Pêşnûmeqanûna dezanformasyonê’ ya ku niha li ser nîqaş tên kirin. 
 
Ji xwe çavkaniyên DP, AKP û MHP’ê diyar in. Herdem pesnê Abdulhamîtê 2’yemîn ê Osmanî didin û sûdê jê digirin. Dema di nava Împaratoriya Osmaniyan de qeyrana siyasî û aborî mezin dibe rêbazên Abdulhamît dikevin dewrê. Di sala 1878’an de Meclisê fesh dike, makeqanûna heyî ji holê radike û rêveberiya istibdatê (zextan) dixe tevgerê. Di vê çarçoveyê de gelek rojname, kovar tên girtin û pirtûk tên komkirin. Her wiha li rojnameyan tê ferzkirin ku pêşiya weşanê nivîsan bişînin lîjneya sansûrê ya bi navê “Daîreya Matbuatê”. Her wiha dewreya îstîbdatê 30 salan dom kir. 
 
Dem, rêbaz, amûr, nav û bi taybetî jî îqtîdar diguherin, lê belê hişmendî û zihniyeta sansûrê naguherin...  
 
Em hinek ji dîroka nêz mînakan bidin. Rêbazek din a sansûrê jî piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an, bi îlankirina OHAL’ê re ket meriyete. Di çarçoveya OHAL’ê de bi Biryarnayeya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) bi tevahî 178 sazî û dezgehên medyayê hatin girtin. Di nav de 6 ajansên nûçeyan,  18 televîzyon, 22 radyo, 50 rojname û 20 jî kovar hebûn. Di nav de Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA), Ajansa Nûçeyan a jinan ŞÛJIN, Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Ajansa Nûçeyan DÎHHABER, rojnameya rojane Azadiya Welat, Rojanameya Ozgur Gundemê û hwd jî heyî hatin girtin. Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê jî, di sala 2021'ê de 61 rojnameger hatin binçavkirin û 6 rojnameger hatin girtin, 11 rojnameger jî di meha gulana 2022'yê de hatin binçavkirin. Li gorî raporên komeleyê ya herî dawiyê bi tevahî 60 rojnameger niha girtî ne. 
 
Niha jî di rojevê de “Pêşnûmeqanûna dezanformasyonê” heye. Îqtîdar çend îdia dike ku li gorî qanûnên Ewropayê hatiye sazkirin jî ji xal û naverokê xuya dike ku rêbazek din a nû ya sansûrê ye. Pêşnûmeqanûna ku li ser xala 29'emîn a “Bi eşkereyî belavkirina agahiyên şaş” radiweste mirovan dixe nava fikaran. Gelo li gorî kijan çarçoveyê “agahiyên şaş” tên destgirtin? Diyar dike ku ev xala ku li gorî berjewendan hatiye amadekirin bi zanetî çarçove nehatiye zelalkirin. 
 
Her wiha dê medyaya înternetê girêbidin qanûna çapemeniyê, dê ji nû ve şert û mercên dayîna qertên çapemeniyê organîze bikin û dê kontrola medyaya dijîtal bikin. Bi taybetî li ser van esasan radiwestin. Dê wek amûreke zext û tehdîte, di serî de li hemberî çapemeniya azad û muxalîf û piştre jî li hemberî sazî, rêxistinên civakî, partiyên siyasî û li hemberî hemû beşên civakî bê bikaranîn.
 
Tevî îtîrazên saziyên çapemeniyê û partiyên mûxalîf jî pêşnûmeqanûn di Komîsyona Edaletê re derbas bû. Di esasê xwe de derxistina vê qanûnê wek amadekariya hilbijartinê tê şîrovekirin. Dixwazin rê li ber azadiya fikr û ramanên gel û muxalîfan bigirin.
 
Kurt kurmancî ev pêşnûmeqanûn tê wateya jiholêrakirina azadiya ramanê…
 
Ligel hêj li ser Pêşnûmeqanûna dezarformasyonê nîqaş dihatin kirin jî di 8’ê hezîranê de bi binçavkirina 20 jê rojnameger bi giştî 22 kesî, pêşnûmeqanûn ket meriyete. Piştî 8 rojan ji 22 kesan 16 rojnameger hatin girtin. 
 
Hinceta girtina rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Remziye Temel, Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Azîz Oruç,  Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di pirsên dozger de derketin holê. 16 kes ji ber pîşeyên xwe hatin girtin û hincet jî wek naverokên nûçe û bernameyan hatin nîşandan. 
 
Mînak; 
 
* Safiye Alagaş ji ber naveroka nûçeyên ku çêkirine hat girtin. 
 
* Azîz Orûç, ji ber zimanê bernameyê û bi vê ve girêdayî pirsên wek “Şer çi ye? Pirsgirêka kurd çi ye?” hat girtin. 
 
* Elîf Ungur, jî ji ber ku kampanyaya piştevaniya bi hunermend Nûdem Durak kiribû mijara bernameya xwe hat girtin. 
 
* Gulşen Koçûk jî ji ber nûçeyên çalakiyên “Nobeta Edaletê” hat binçavkirin. 
 
Heman hincet ji bo rojnamegerên din jî hatin nîşandan. 
 
Gelo rojnamegerên kurd ên azad ji ber “Agahiyên Şaş” dan e hatin girtin? 
 
Em ê hinek ji dîroka nêz çend mînakên ku ji hêla çapemeniya kurd ve hatine derxistin û hatine dayîn bînin bîra we. 
 
Îpek Er, Gulistan Doku, Pinar Gultekin, Sakina Kultur, Ozgecan Aslan… 
 
Garibe Gezer… 
 
Aysel Tugluk û girtiyên nexweş…
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û ya malbatên girtiyan…
 
Qirkirin û talankirina xwezayê…
 
Qedexên li ser stranên kurdî û şanoyên kurdî…
 
Qeyrana aborî û hewara karker, kedkar xwendevan û xizanan… 
 
Ji ber kefiya kesk, sor û zer girtina zava û 10 kesên ku ji heman malbatê  
 
Gelo ev agahiyên ku ji hêla rojnamegeran ve hatî dayîn “Şaş e”! 
 
Em rojnamegerên kurd, wekî hempişeyên xwe yên hatî girtin dibêjin ragihandina rastiyan ne sûc e û rojnamegerî ne sûc e.