Em dest bi qeydê dikin: Sûcdar diyare HDK ye

  • 09:03 5 Hezîran 2022
  • Medya Kritîk
 
Nîşmiye Guler
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bêguman em ji TRT Haber ya ku bi polîs û dozgeran re dibin yek û Kongreya Demokratîk a Gelan sûcdar îlan dike, etîka nûçegîhaniyê napên.
 
Her hefte em di quncikê xwe yê medya krîtîk de, em hinek sernavên di çapemeniya hewzê de tên dest girtin teşhîr dikin. Ev teşhîr jî dibe mînakên ‘Çapemeniyeke çawa ne pêkane’ dihewîne. Di vê riya ku me got guherîn di  ziman de destpê dike de, bi înyadê hedefa me ev e ku em zimanê çapemeniya serdest biguherin û etîka rojnamgeriyê me da ber xwe.
 
Li heber kongreya gelan serdegirtin
 
Em werin mijara xwe ya vê hefteyê. Welkî we şopandiye ger nehatibe şopandin jî ji cihekî hatiye ber çavê xwe. Di 3’ê hezîranê de Navenda Giştî ya HDK’a Beyoglu ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve hat meşandin, hat serdegirtin. Em matmayî neman û me ev ji çapemenya alîgir fêr kir. Ligel avahiya HDP’ê polîsan bi ser Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ve hat serdegirtin. Bêguman binçavkirin jî çêbûn.
 
TRT Haber hema li cihê bûyerê ye
 
Di vir de her tişt dikare normal bê dîtin. Ez ê bê aliyê balkêş. Agahiyên ku nedane parêzeran di nûçeyên çapemeniya alîgir de hatin dîtin. Xuyaye ji bo wan kelecanek mezine ku hemûya nûçe wek manşet dan. Aliyê din jî balkêş jî hîna di avahiyan de lêgerîn berdewam dikir TRT Haber li cihê bûyerê bû.
 
Rojnameger peywira xwe tîne cih
 
Sibehê saet di 08.00’an de TRT Haber ket weşana zindî û cih da vegotinên nûçegîhanê cihê bûyerê. Bêguman saeta rojnameger tune, lê di wê saetê de ku hînan polîsan lêgerîn dikir, nûçegîhan wê saetê li wir hinek balkêş bû. Rojnameger xwe wisa dabûyê ku hewldana polîsan a ku bi zor ketibûn hundir wek ‘Polîs neçar man derî bişkînin’ radigîhand. Xuyaye nehatiye hişê ku ‘ger agahî bida rayedarekî HDK’ê wê derî vekiribana’. Rojnameger bi heraretek mezin hejmara binçavkirinan û li kîjan bajaran çend binçav hene radigîhand.
 
Piştî vê rojnameger vegotinên xwe bidawî dike û peywira xwe ya pîroz temam dike. Sûcdar diyare Kongreya Demokratîk a Gelan.
 
Ya cuda dike çiye?
 
Ez dixwazim van bipirsim. Em wek çapemeniya azad bi salane li qadane. Me bi dehan carî şahidiya serdegirtinan kir. Ev ne tiştekî nû ye. Lê heta îro bihêlin me bigirin nokteya ku lêgerîna polîs lê heye, destûr nedan em ligel derbas bin. Gelo tişta ku cudahiyê dike navbera me û TRT Haberê çiye? Bêguman weşana alîgirê dewletê ye. Li cihên ku dibêjin li wir bin hema li wir in, tişta ku divê sûcdar bê îlankirin hema ji rayagiştî re deklere bikin. Ji ber peywira wan ya esas  rewakirina tiştên ku dewlet dike ye.
 
Hûn wan deman li ku bûn?
 
TRT Haber dema ku jinek tê qetilkirin gelo diçe cihê bûyerê? Yan jî dema tecawizê zarokekê tê kirin? Jinên rastî şîdet, tacizê hatine, dengê dayikên ji bo zarokên xwe di Nobeta Edeletê de ne... Gelo ji bo van hewl dane? Ji bo dengê kesên li dijî darazê bertekên xwe nîşan didin, dane bihistin? Xwendekarên ji aliyê polîsan ve şîdet dîtine, ragihandine. Dayikê şîdet dîtine ji aliyê TRT Haber ve hatiye dîtin. Pirs zêdene lê bersiv yek tişteke ‘Na’!
 
Em çapemeniya azad hûn jî çapemeniya Hewzê ne
 
Bêguman ji TRT Haber ya ku bi talîmatê li ber Navenda Giştî ya HDK’ê bû etîka rojnamegeriyê nayê payîn. Em ji bo rojnamegeriya etîk têdikoşin. Tevî hemû zextan em hewl didin heqîqetê bigihînin gel. Em ji bo rojnamegeriyê li vî welatî bikin hewl didin. Em bi polîs û dozgeran re hevkariyê nakin. Welhasil em çapemeniya azad hun jî ya alîgirin…