Xemsariya çapemeniya PDK’ê

  • 09:13 29 Gulan 2022
  • Medya Kritîk
Aysel Işik
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çapemeniyê yên wekê K24 û Rudaw di bin navê nûçegîhaniyê de, tiştên serwîs dike tê dîtin ku tu eleqeya wê bi nûçegîhaniya bi ahlaq û civakî tune. Di bin navê rojnamegeriyê de girankirina şer, helwesteke ji nûçegîhanî û rojnamegeriyê dûr e.
 
Desthilatdarî û netewdewlet di sêyemîn şerê cîhanê de yek ji argumana yan ya herî mezin çapemeniye. Saziyên çapemeniyê yên ku tu rê û rêbazî nas nakin di bin navê rojnamegeriyê de xemsariya herî mezin a demê  dijîn. Hinek rojnameger û saziyên çapemeniyê yên nabînin şer zarokan, jinan, ekolojî û hemû mirovahiyê  tune dike,  mirinên çêdibin jî di zemîneke rewa de dibînin…
 
Bêguman divê ev bê gotin ku rojnamegerî wisa ne karekî hêsane. Beriya her tiştî ji bo ev kar bê kirin divê mirov xwedî wijdan û ahlaq bin. Dema ev bê kirin mirov civakê de tên qebûlkirin û mirov karê xwe bi layîqî dikin. Lê mixabin di roja me ya îro de kêm rojnameger û saziyên çapemeniyê yên vê dikin hene.
 
Van rojan li hember jinan, kurdan û li hemû cîhanê li hember mirovahiyê şer tê meşandin. Welat ketine pey çavkaniyên aborî yê nû û hemû mirovahî jî xistine bin lepê şer. Bêguman ji şerê herî giran li hember kurdan hatiye destpêkirin. Her roj zarok û mirov tên qetilkirin. Bêguman yên dengê wan bide bihistin jî rojnamegerin. Em rojnamegerên çapemeniya azad dema vê dikin hewl didin ku hemû êşan bi awayekî rast û bi ahlaq bidin.
 
Me rojnamegerên kurd li aliyekî pîşeya xwe di çarçoveya nirxên etîk de îcra kir û li aliyê din jî em gelek caran bi binçavkirin û tehdîdan re hatin rû hev. Lê van zextan tu car bi rojnamegerên kurd şûnde gav neda avêtin.
 
Ligel van hemûyan, tişta esas ya divê bêjim heye. Li Başûr ku êriş û şer niha didome, çapemeniya PDK’ê di bin navê nûçegîhaniyê de nûçeyên serwîs dike, dibe sedema berteka hemû kurdan. Hema hema hemû nûçeyên tên serwîskirin piraniya wan ji gotinên gelên wir dûr in û berovajî tên serwîskirin. Di demên herî bi êş yên gel de rastiyeke ku bi aşkera li holê ye berovajîkirin û wisa serwîskirin ne li gorî tu rêgezeke nûçegîhaniyê ye.
 
Çapemeniya PDK’ê
 
Ev meheke li Başûr êrîş didomin û herî dawî li gundê Zewê ya giredayê nahiyeya Bamernê ya girêdayê Amedyê ya Duhokê, SÎHA’yên aydê Tirkiyeyê bombebaran pêk anîn û di encamê de du zarok sê kesî jiyana xwe ji dest dan. Du kes jî birîndar bûn. Malbatên zarokên ku jiyana xwe ji dest dabûn, di weşana zindî de dema bombebaranê vedigotin û nûçegîhanê kanala K24 yê wê demê li wir bû, gotin berovajî dan û hemû kurd bûn şahidê vê bûyerê.  Çapemeniya PDK’ê ku bi pirsên xwe gotinên welatiyan berovajî kirin, bûn minaka ku çawa dikare nûçegîhanî neyê kirinê.
 
Rojnamegerî rêgeziyê ferz dike
 
Dema ev tê diyar kirin, ev girîngî derdikeve holê. Rojnamegereke ji bo pîşeya xwe rast pêk bîne beriya her tiştî divê rastya gelê xwe bibîne. Lê rojnamegerekî ku rastiya xwe nizanibe hewcedariyên nûçegîhaniya rast jî nayne cih. Dema rêgeza vê tê tespîtkirin, nûçegîhanî di civakê de tê qebûlkiri û baweriya pê zêde dibe.Tiştên ji devê civakê dertê ji aliyê rojnameger ve dayîn aktîfbûna rêgeza rojnamegeriyê jî zêde dike. Divê nûçeya rojnameger jî bêguman rast be. Rojnameger ji siyasetmedaran zêdetir nav civakê de ye û ji nêz ve di bûyerên civakî de cih digire. Rojnamegerekî di nav van bûyeran de û rastiyan berovajî bike an jî ji desthilatdariyê re xizmetê bike, em dikarin bêjin ku ew pîşeya xwe îcra nake.
 
Li dijî şer sekn
 
Me di serî de jî diyar kiribû, rojnameger dema pîşeyê dikin aboriyê li plana dawî dihêlin. Tiştên esas ev in li dijî her cureyê desthilatdariyên ku dibin sedema mirovan mirovan derketine.  Saziyên çapemeniyê yên ji şer û berjewendiyên dsethilatdariyê re xizmetê dikin, tu car di civakê de nayên qebûlkirin û wek saziyeke demî dimîne.    
          
Gelek hevalên me yên rojnameger ku rastiya gel a di şer de bi canê xwe da xuyakirin û li ser vê jiyana xwe ji dest dan, bi mîrateya li pey xwe hiştine ji bo me rojnamegerên Kurd, bûn mînakeke mezin a divê çawa nûçegîhanê bê kirinê.
 
Em ê jî rastiyê her tim bidin. Em ê bînin ziman ku divê em li dijî saziyên çapemeniyê yên ji rojnamegeriyê dûr û hest û êşên gel îstîsmar dikin, derkevin.
 
Rojnamegeriyek bi ahlaq
 
Saziyên çapemeniyê yên wekê K24 û Rudaw di bin navê nûçegîhaniyê de, tiştên serwîs dike, tê dîtin ku tu eleqeya wê bi nûçegîhaniya bi ahlaq û civakî tune. Di bin navê rojnamegeriyê de girankirina şer, helwesteke ji nûçegîhanî û rojnamegeriyê dûr e.
 
Her wiha rojnamegerek bi tayber divê li dijî rastiyên civakê rêzdar be. Ev rastî her tim wê rêzdarî û baweriyê jî zêde bike.