Zihniyet û feraseta bi medyaya alîgir sûcên xwe binpaç dike

  • 09:04 15 Gulan 2022
  • Medya Kritîk
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi derew û manîpîlasyonên medyaya pergalê rûyê şer ê rast tê xwestin bê veşartin. Medyaya alîgir a ku ji aliyekî ji bo rekora tikandinê mafên civakê binpê dike her wiha di oxira tikandinê de zarok û jinê teşîr dike ji aliyekî jî ve bi zimanê ku şer sor dike, bandoreke neyînî li ser civakê dike. 
 
Bi sorkirina şer tê xwestin rêxistinbûyina jinê û bi vê yekê ve girêdayî ya civakê ya li dijî zayendperestî, şerê derûnî, newekheviyê têk biçe. Li dijî reng, nêrîn, perspektîfên cuda şerekî topyekun hatiye destpêkirin. Li ser vê yekê tevger û helwesta medyaya alîgir bêtir dibe sedema cihêkariya di navbera zayend û civakan de. Cih tenê 
ji alekê ji dewletekê û ji zimanekî tê xweşkirin û ev yek jî bi rola medyayê rewa tê nîşandan. 
 
Ev zihniyet bîr û baweriya civakê dike hedefa sereke
 
Her wiha rolên ji jin û civakê re tên diyarkirin jî bingeha tundiyeke mezin ava dike. Ev tundî li gor nêrîna serdest û dagirkeran dibe nîmeteke pir mezin a ji bo şerê wan. Ev zihniyeta ku hincet û sedeman ji binpêkirina mafên mirovan û kuştina jinê re pêde dike sîwaneke mezin bi rêya medyaya di bin destên xwe de ava dike. Derewên xwe di bin vê sîwanê de kom dike û tê wê astêkê ku hew maye ew jî ji derewên xwe bawer bike. Ev zihniyet bîr û baweriya civakê jî dike hedefa sereke. Dîtina gel esas nagire. Tenê bi berjewendiyên xwe yên takekesî mijûl dibe. Jixwe dema berjewendiyên takekesî esas bên girtin wê demê rêza ji bo mirovan jî namîne. 
 
Bi medyaya hawiz hewl dide kiryarên dike rewa nîşan bide
 
Ev feraset bi hinek mînakana berbiçavtir dibe. Yek ji vê mînakê gotinên ji bo penaberên her tim dibin mijara bazarê ye. Rayedarên vê dewletê dibêjin "Em ê ji bo penaberan tiştê mirovî bikin. Em li ser nîjadperestiyê li vê mijarê nanêrin. Em bi perspektîfa ku mirovan ji hevdu cihê dikin li vê pirsgirêkê nanêrin. Di demeke kurt de dema li herêman ewlehî pêk bê ew ê nêzî milyoneke xwişk û birayên me yên Sûriyeyî li warên xwe bi cih bibin." Ji aliyekî li pêş kamerayan ev gotin tên kirin lê belê ji aliyekî jî êrişên mezin li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin û ji bo demografiya li wir bê guhertin polîtîkayên curbecur tên pêşxistin. Koçberî li ser gelê kurd tê ferzkirin. Yên dibêjin em cihêkariyê nakin xweza, dîrok, erdnîgariya kurdan talan dikin. Li dijî zimanê kurdî dijminatiyeke mezin dikin. Ev zihniyete ku di kêliya êrişên li ser Şengalê de navê Kolana Şengalê ya li Amedê diguhere. Bi medyaya xwe ya hawiz jî hewl dide ku kiryarên dike rewa nîşan bide. Li ser esasên qirkirina gelê kurd derdikevin pêşberî qemerayan û dibêjin "Di demeke kurt de dema li herêman ewlehî pêk bê ew ê nêzî milyoneke xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyî li warên xwe bi cih bibin". 
 
Zihniyeta zarokên kurd dike hedef
 
Ev zihniyet û feraset bû sedem Yusufê 9 salî li Serêkaniya Rihayê bi guleyekê bê qetilkirin. Ev gule jî ji aliyê Serêkaniya ku di bin kontrola komên girêdayî dewleta tirk de ye hat û bû sedema qetilkirina zarokekî 9 salî. Jixwe berê jî li Rihayê Muharrem Aksem ê 16 salî bi guleyên polîsan hatibû qetilkirin. Zarokên kurdan gelek carî bi wesayitên zirxî jî hedef hatine girtin û bi ser de jî ji malbatên wan tezmînat hatiye xwestin. Ev zihniyet û feraset sûcên li dijî zarokên kurdan dîsa bi medyaya xwe ya yekperest rewa nîşan didin. 
 
Bi medyaya xwe ya alîgir nelirêtiyên dikin, binpaç dikin
 
Dîsa vê zihniyet û ferasetê rojnameya Yeni Akitê ya heqaret li Garibe Gezer kir û HDP'yî kir hedef, parast. Ji ber heqaretê giliyê vê rojnameyê li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê hatibû kirin lê belê ev yek bi neşopandinê bi encam bû. Qanûna ku di destên vê zihniyetê de bûye mîna alavekê bi van mînakana eşkere xuya dike ku li gor berjewendiyan tê bikaranîn. Bi saya qanûna di destên wan de bûye alav gelek nelirêtiyan dikin û bi medyaya xwe ya alîgir jî nelirêtiyên dikin, binpaç dikin. 
 
Li dijî vî şerî, xebat û berxwedaneke bi heybet jî heye
 
Zihniyet û feraseta bi medyaya alîgir sûcên xwe binpaç dike amûrên ragihandinê yên mîna radyo, televîzyon, rojname û medyaya dijîtal bi kar tîne û li dijî rastiya heqîqet, analîzên rast, nêzîkatiya rexnegiriyê şer dide destpêkirin. Di nava vî şerî de jî dîsa di destpêkê de jin û zarok dibin hedef. Îro çapemeniya azad li dijî vê zihniyet û ferasetê ji bo parastina mafê jin, zarok, ragihandina rastiyê li berxwe dide. Her çiqas şerekî topyekun li dijî çapemeniya azad hebe jî di heman demê de li dijî vî şerî, xebat û berxwedaneke bi heybet jî heye.