Di bernameya Esra Erol de me şîdeta desthilatdariyê dît

  • 09:06 6 Sibat 2022
  • Medya Kritîk
 
Kibriye Evren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di kanala ATV'ê ya bi nêzîkatiya xwe ya desthilatdariyê tê zanîn, li ber çavê mîlyonan li jinek ciwan şîdet hat kirin. Pêşkêşvana bernameyê ‘Esra Erol’,  jina ku nexwest rûyê wê bê nîşandan û krîza sînîr derbas kir, biçûk xist, lê qîriya û heqeret lê kir û îfşa kir.
 
Gotinên Esra Erol ên ji bo jina ciwan ku nexwest bi malbata xwe re vegere malê, her wiha bi israr di bernameyê de girt û bi deqîqeyan ne tenê li wê jinê û malbata wê, li ser nirx û ahlaqê şîret li hemû Tirkiyeyê kir û vê jî her kes matmayî hişt. Piştî ev dîmenên Esra Erol di çapemeniya civakî de belav bû şûnde bi hezaran kesî, her wiha jin û hunermendan bertek nîşan dan.
 
Ji bo çi…
 
Di çarçoveya ‘bernameyên jinan ên di nava rojê de’ di kanalên çapemeniya desthilatdariyê de bernameyên wisa gelek in. Ev bername bi taybet jinan hedef digirin, sûcdar dikin, biçûk dixînin. Li ber temaşevanan îfşa dikin. Şîdeta li hember jinê roj bi roj zêdetir dikin, pêşiya qirkirina jinan vedikin. Pêşkêşvana bernameya Esra Erol û yên wek vê, hemû kirde û jinên tevlî dibin û mêvanên din hemû alav in. 
 
Reytînga ji bo çi…
 
Ji bo dewleta mêr desthilatdariya xwe hîn bêtir mayînde bike…
 
Ji bo mîzansen zêdetir deng bide…
 
Di vê mîzansenê de tişta ku Esra Erol evqas hêrs kir çibû?
 
Temaşevanên li studyoyê û yên ser ekranan hemû li bendê bûn ku jinê bînin studyoyê. Di vê navberê de jî dê û xwişka wê bê navber digirîn.
 
Esra Erol- Niha ket stûdyoyê. Min ew ji Kutahyayê anî.
 
Piştî vê gotinê her kes li çepikan dide. Her kes bi mereq dipên ku wê jinê bibînin. Her kesî bala xwe daye wê û dema wê hat.. Wê bê…
 
Û… jinê tînin stûdyoya kêlekê. Esra Erol bixwe bawer diçe cem jinê. Navê jinê jî dibêje.
 
-Tu bi xêr hatî 
 
Jinê jî rûyê xwe daye ser çongên xwe û pozîsyoneke ku rûyê wê nayê dîtin girtiye.
 
-Ya min nîşan nedin…
 
Gotina xwe dibêje û digirî..
 
Esra Erol- Temam tu xuya neke pişta xwe bide. Pişta xwe bidê…
 
-Ya! Binêrin min nekşînin, min berdin ya! Bi van gotinan krîza sînîr derbas dike.
 
Berdewama wê jî ji xwe hemû Tirkiye dizane.
 
Giranbûna  redkirinê
 
Esra Erol lîstika amade kiribû, hewl dida watedarkirî û lihevhatî bîne ser dîkê. Lê ew jin naxwaze di lîstikê de bibe aktor. Ya rast aktorbûnê red dike. Esra Erol jî ji ber naxwaze însiyatîfa senaryoyê ji dest berde, hêrsa xwe kontrol nake û bi deqîqeyan li ser ahlaq û nirxan dersê dide jinan, malbatê, temaşevanan û yên stûdyoyê.
 
Rêxistinên jinan bi salane bê navber dibêjin ku şîdeta dewleta mêr sîstematîk e û bi piştgiriya çapemeniya alîgir pêk tê. Tevî ku dibêjin ku îdeolojiyek mêr a li ser dijminahiya jinê hatiye avakirin jî mixabin çapemeniya alîgirê desthilatdariyê berovajî vê dike.
 
Ka em binêrin çapemeniya mêr-dewlet-desthilatdariyê çi dike.
 
Me di bernameya Erol de şîdeta desthilatdariyê dît
 
Me di bernameya Esra Erdol de dît ku çapemeniya nêzî desthilatdariyê şîdeta li hember jinê çawa diafirîne.
 
Me şahidiya ku di çapemeniyê de zimanê newekhev, zayendperest, cudakar a li hember jinê, kir.
 
Me dît ku çapemeniya alîgirê desthilatdariyê şîdeta li ser jinê bi awayekî sîstematîk diafirîne û empozeyê civakê dike.
 
Me di çapemeniya alîgirê desthilatdariyê de, çewisandina jinê, tunekirin û bindestkirina wê temaşe kir.
 
Me di çapemeniya alîgirê desthilatdariyê de bi hezaran carî şahidî kir  ku jin tên teşhîrkirin û îfşakirin.
 
Me di nûçeyên der barê jinê de travmayên psîkolojîk û binpêkirinên mafan ên nû temaşe kir.
 
Bêyî ku li ser sedemên polîtîk ên şîdetê bê sekinandin, hewl tê dayîn jina makul bê avakirin.
 
….her wiha tê fêrkirin ku jin sûcdare û divê serî bitewîne.
 
Divê çi bê kirin….
 
Li dijî tifaqa dewleta mêr a bi destê çapemeniyê tê afirandin, divê tifaqa jinê zêdetir bê pêşxistin û qadên hevpar ên têkoşînê bên afirandin. Ger ku îro jin desthilatdariyê û alavên wê dihejîne û dide lêpirsînkirinê bêguman ev bi derfeta ku jinan qad terk nekiriye pêk tê. Bêyî ku em vê derfetê ji dest berdin, li dijî her cureyê polîtîkayên şerê taybet em dakevin kolanê.