Giştînameya bêdengkirina çepemeniyê hat weşandin: Gelo em ê bêdeng bimînin?

  • 09:04 30 Çile 2022
  • Medya Kritîk
 
Ayşe Guney
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi îmzeya Serokomariyê di nîvê şevê de giştînameya ‘Faliyetên Çapemenî û Weşanê’ hat weşandin û piştî vê çapemeniya azad rastî asgengiyê hat.
 
Ez li ser kompîturê ji bo nivîsa medya krîtîk li sernavdigeriyam û min dît ku nûçeya giştînameya di mijara 'Faliyetên weşan û çapemeniyê' ya bi îmzeya serokomar hatiye weşandin (Em ne biyaniyên îmzeyên ku nîvê şevê tên avêtinê ne) 'Giştînameya Faloyetên Çapemenî û Weşanê' hat weşandin. Çapemeniya alîgir ku di alî reşkirina Sezen Aksu de têr nebûye, bi şûnde gav avêtinê ya desthilatdariyê vê carê, berê xwe da nûçeyên ku muxalefet û Sezen anîne hember hev. Sernavê wekê ‘Devrûka muxalîfan hat daxistin: Duh ‘erîşkara qirêj’ Sazan Aksu! Îro ‘Hunermend’ Sezen Aksu’ hatin serwîskirin.  Doza gumanbar Onur Gener yê Denîz Poyraz qetil kir jî bi manşetên wekê ‘Gumanbarê cînayeta avahiya HDP’ê li hember dadger e’ hat serwîskirin û qetilkirin wek bûyerek edlî nîşan dan. Belê ev sernav aîdê Rojnameya  Sozcu ye lê dema mijar dibin Kurd çawa di siyasetê de dibin hevpar,di çapemeniyê de ne tenê çapemeniya alîgir, çapemeniya muxalîf jî di carekê de xwe li nasnameya xwe ya rast dipêçe.
 
Ligel stranbêjên wek Sezen, Gulşen, Semra Guzel ya HDP’î, rojnameger Sedef Kabaş, Sevda Karaca û hiqûqnas aktîvîsta mafê mriovan Eren Keskîn û hemû jin dibin hedefa desthilatdarî û alîgirên wê. Li ser çapemeniya civakî jin bi tehdîd û êrîşan re tên rû hev û mêrên li ber deriyê wan kom dibin jî ewlehiya canê wan davêjin xetereyê. Jinên li dijî van tehdîdan serî natewînin jî  bersiva wan ‘têkoşîna hevpar, piştevanî û cesarete’. Li dijî vê atmosfera ku piştevaniyê afirandiye jî bêguman şûnde gavavêtin pêkane.
 
Desthilatdarî diaxive, çapemenî diweşîne, mêjiyê mêr jî li dijî jinan tişta hewce dike û bi dijûnan hebûna xwe diyariyê kesên ku pirsgirêka wan ya ‘beka’ heye dike. Di vê pêvajoyê de di wê şevê de giştîname hat weşandin.
Di giştînameyê de bi gotinên wekê ‘bernemeyên televîzyonê yên li dijî nirxên esas yên civakî  tên dîtin û di rojên dawî de di televîzyonan de li ser ekranan tê nîşandan û ji bo beralîkririna van wê pêngav bên avêtin’, bernameya ‘Maske Kîmsîn Sen’ ya li ser FOX tê nîşandan bîne hişan jî, di giştînameyê de bê navber îbareyên ‘ faliyetên weşandê yên li ser weşanan yên ne li gorî nirxên manewî û neteweyî, ji bo ciwan, zarok û malbatê bi xetere û pêşîgirtina vê esase’ talîtamata cezakirina li pêş azadiya çapemeniyê dide. 
 
Desthilatdariyê bi destê RTÛK Û BÎK li dijî çapemeniya azad û muxalîf bi giştînameya şer da destpêkirin di esasê de. Piştî giştînameyê malperên rojnameya Kurdî Xwebûn û Yenî Yaşam hatin astengkirin. Xuyaye ku derdê wan ne ‘Mase Kîmsin Sen’ , çapemeniya azad ya maskeyê desthilatdariyê xistiye. Girtin, binçavkirin, doz, astengî, tehdîd ev çapemeniya azad naçewisîne. Di 2021’ê de  JINNEWS 21 caran hat astengkirin. Lê jin gotina xwe hîna jî dibêjin. 
 
Bi qasî Sezen Aksu nebe jî ez jî dixwazim bi çarîngekê dawî li nivîsa xwe bînim;
 
Tu nikarî rojnamegeran bêdeng bikî, tu nikarî pênûsan bişkînî, bi girtin, qedexeyan nikarî bitirsînî, em gel in, em heqîqet in, me tevlî derewên xwe nekin.