Medyaya alîgir nobetên edaletê nabîne

  • 10:56 9 Çile 2022
  • Medya Kritîk
 
Berîtan Canozer
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bê edaletî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Civak an jî hikûmeteke ku ne adîl be medyaya wan jî di nav de bi hemû organên xwe mecbûrên têkçûnê ne....
 
Montaigne bi gotina "Li ku derê edalet tunebe, exlaq jî tune ye" dîroka îroyîn pênase kiriye. Mixabin encama jiyana di pergaleke bê ehlaq de weke neheqiyeke mezin derdikeve pêşberî me. Qêrînên “edaletê” li hemû Tirkiye û herêmê bilind dibin, lê dewlet li hember wê kor û kerr e. Her wiha kesên “edaletê” dixwazin her roj dibin hedef. Yanî êdî li welêt gotina "edalet" jî sûc e. Belê, dîsa jî divê em her roj, her saet bêjin edalet. Divê em tucarî dest ji vê axaftinê bernedin. Edalet!
 
Edalet
 
Me li vî welatî gelek caran ji gelek derdorên cihê û bi awayên pir cihê daxwaza "edaletê" bihîstiye. Piştî derbeyên siyasî, berpirsyarên bi hezaran qetlîamên ku hê nehatine ronîkirin tên lêpirsînkirin, gund tên şewitandin, jin û zarokên ku dest diaxêvjin wan, hesabê wan tên pirsîn, bi hezaran siyasetmedar û sivîl ji ber kurdbûna xwe hatine darizandin û tên darizandin... Herwiha ji bo gelk bûyerên ku li vêderê nehatine nivîsan din û me ji bîrkirine "edalet" hatiye xwestin kirin. 
 
Di bin kavilan de lêgerîna li edaletê
 
Edalet çi ye? Edalet adîl bûn û rastî ye. Edalet sekna li ser rastiyê ye. Di çarçoveya maf û hiqûqê de tevgerîn e. Maf, prensîba “exlaqê” ye ku li ser esasê hurmeta edalet û edaletê ye. Li cihê ku heq û hiqûq neyê parastin edalet tune ye. Dema ku edaelet tune be mirov ji ber nijad, ziman û nasnameya xwe tên darizandin, tên hedefgirtin. Ev jî li Tirkiyeyê tê pêkanîn. Bingeha hevoka "Edalet hîmê mulk e" ku bi herfên mezin li devê deriyê edliyeyan û li salonên dadgehê hatiye nivîsandin, li vî welatî berî bi saln têk çûye. Ji ber vê yekê jî Emîne Şenyaşar a ku xwest kujerên zarok û hevjînê wê bên darizandin, bi gotina ‘Dibe ku edalet di bin van kavilan de be’ bi destên xwe kavilên Edliyeya Rihayê serobin kir û li ‘edaletê’ geriya. Lê belê dema ku ew diqîriya, organên çapemeniyê yên ku dihatin zanîn ku nêzî hikûmetê ne yan jî weke muxalif dihatin zanîn, qêrîna Emîne nebihîstin û kavilên ku serobin kiribûn nedîtin.
 
Emîne û Ferît Şenyaşar 307 roj li Rihayê, ji bo nexweş nexweş, xizmên wan 55 roj li Amedê û 31 roj li Wanê ne, malbata Gulîstan Doku 9 roj li Dêrsimê daxwaza 'Edaletê'. Ev organên medyayê yên ku binpêkirina mafan li welatên cîhane, bûyera li aliyê din ê cîhane, her çend vîdeoyên pêkenok jî ji bîr nakin û li her derê nûçegihanên wan hene.
 
Ne sûcdar kesên ku edaletê dixwazin tên lêpirsînkirin
 
Gelo Emîne Şneyaşar nas nakirin? Helbet tê naskirin. Heger nehata naskirin û zanîn dê der barê wî de lêpirsîn nehatana vekirin û bi hinceta “heqaret” li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu an jî kujerê zarokên wê Îbrahîm Halîl Yıldiz kiriye, îdianame nehata amadekirin. . Xwişka Gulîstan Doyku ya mezin Aygul Doku ya li aqûbeta Gulîstanê dipirse, bi hinceta heqaret li bavê gumanbarê sereke yê ji windabûna Gulîstanên berpirs  Zaînal Abarakov Engîn Yucel kiriye, nehata darizandin. Helbet haya wan ji van hemû nobetên “edaletê” heye, lê ji nedîtî ve tên.
 
Emîne û Ferît Şenyaşar 307 roj in li Rihayê di nobeta edaletê de ne, ji bo girtiyên nexweş, xizmên wan 55 roj in li Amedê û 31 roj in li Wanê, herwiha malbata Gulîstan Doku 9 roj in li Dêrsimê daxwaza ‘Edaletê’ dikin. Ev organên medyayê yên ku binpêkirina mafan li welatên cîhanê, bûyereke li aliyê din ê cîhanê, her çend vîdeoyên pêkenok jî ji bîr nakin û li her derê nûçegihanên wan hene, ev demeke dirêj e tu daxwazên van malbatan ranegihandine.. .
 
Yên nayên dîtin
 
Di nava hefteyekê de 6 girtiyên ku 4 ji wan girtiyên nexweş bûn li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, lê tu çapemeniya alîgir 6 girtiyên jiyana xwe ji dest dan nedan. Garîbe Gezer a li girtîgehê gardiyanan tecawizî wê kir, di 9'ê Kanûnê de li girtîgeha ku lê dima bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê birin Mêrdînê, li wir wesayîta cenaze jî nehat dayîn. Lê medya aglîgir bûyerên bi vî rengî qet ranagihîne. Li aliyê din Rojnameya Yenî Akît, Garîbe ya li girtîgehê gelek cureyên îşkenceyê lê hatibû kirin nûçeya derbarê wê de bi manşeta "Terorîstekî din a li girtîgehê dihat xwedîkirin mir " da. Nêzîkatiya li hemberî kurdan li vir jî careke din xwe daye diyarkirin.
 
Xizmên girtiyên nexweş ên ji Tirkiye û bajarên herêmê di çarçoveya "Nobeda Edaletê" de di 4'ê Çile de ji bo rêze hevdîtinan pêk bînin û daxwazên xwe bînin ziman çûn Enqereyê. Di 5'ê Çile de polîsan êrîşî malbatên girtiyan kir ku bi dirûşmeyên "Edalet" û bi baweriyeke mezin xwestin bimeşin. Lê medyaya alîgir ne serdanên malbatan, ne daxwazên wan û ne jî êrîş dît.
 
Edalet, exlaq û wijdan e
 
Victor Hugo gotiye, "Edaleta bêqusûr wijdan e". Li cihê ku ehlaqê civakî tune be ger ku edalet jî nebe ew tê wateya bêwicdaniyê. An jî wê bêwicdanî "bêedaletiyê" û "bê ehlaqiyê" bi xwe re bîne. ji Rast ber bi çep, an jî ji çep ber bi rast ne girîng e. Ger ku em li encamê binêrin  li Tirkiyeyê edalet tune ye. Ji bo vê bê edaletiyê, çapemenî, dadgerî û wezîr hemû hevkariyê dikin.