Medyaya îqtidarê xelata lîstikvanê herî baş ê sala 2021'ê wergirt

  • 09:18 2 Çile 2022
  • Medya Kritîk
 
Nîşmiye Guler
 
STENBOL - Çapemeniya alîgirê desthilatdariyê di 2021’ê de jî ji bo rastî û heqîqetê ji civakê veşêre serî li her rê da.
 
Sala 2021’ê ji zarokan bigirin heta jinan ji ciwanan bigirin heta kal û pîran û kedkaran ji bo her kesî zehmet bû. Di 2021’ê de li dijî polîtîkayên zextê yên deshtilatdariyan deng bilind bûn û bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû. Ev berxwedan û têkoşîna gelan ku gelek bi heybet bûn, ji aliyê çapemeniya alîgir ve nehat dîtin û dîsa sê meymunî lîstin.
 
Di sala me li pey xwe hişt de çapemeniya nêzî desthilatdariyê, li şûna mînaka çapemeniya azad nîşan bide, bi nûçeyên manîpulatîf, bû hevkarê operasyona fikrên deshilatdariyê. Çapemeniya nivîsîkî ya alîgir, sala 2021’ê çawa dît, em bi kurtasî lê binêrin…
 
Berxwedana Bogazîçî û manîpulasyona Rojnameya Sabahê
 
Em çend mînakan bidin. Berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li dijî qeyûman bi çalakiya xwe mohra xwe li 2021’ê dan. Lê yek ji rojnameyên alîgirê desthilatdariyê  rojnameya Sabah, nasnameya xwendekarên li diji qeyûm têkoşîn dan, weşand û hedef girt.  Nûçeya bi ser navê "Di çalakiyên Bogazîçîn de cih girtine! Vane alîgirên terorê yên jê re dibêjin ‘xwendekar’” di 5’ê sibatê de li ser malepera înternetê hat weşandin û roja din jî  nûçeya sernavê ‘Rektor 5 saetan li odeya wî desteser kirin’ di rûpela yekem de weşandin. Rojnameyê di her derfetê de xwendekar hedef girt û tehdîd kir. Her wiha gotinên serokomar Erdogan jî di surmanşetê de dan.
 
Peymana Stenbolê di çapemeniya alîgir de birînek kûr e
 
Tirkiye di şevekê de bi îmzeya serokomar Erdogan ji Peymana Stenbolê vekişiya û jinan li dijî vê berxwedana danîn holê mohra xwe li sala 2021’ê da. Di çapemeniya cîhanê de berxwedana jinan hat dîtin lê ji aliyê çapemeniya alîgir ve nehat dîtin. Bêguman vê em matmayî nehiştin, lê nûçeyên manîpulasyonê serê xwe girt û çû. Yek ji rojnameyên ku Peyman di her carê de hedef girt, Rojnameya Yenî Akît bû. Rojnameyê vekişîna ji Peymanê wek surmanşet da.  Yenî Akîtê bi sernavê ‘Em ji peymana fesat xilas bûn’ nûçe weşand û îdia kir ku ji bo serokomar ‘spasî’ dibarin. Gelo aliyekî bi vê bawer kir hebû gelo… Lê xuyaye ku Peymanê bi Yenî Akîtê re ku îdia dikir ‘zirarê dide malbatê’ birînek giran hiştiye. 
 
Hewldana parastina Onur Gencer!
 
Di 2021’ê de êrîşên faşîst û nîjadperest jî zêde bûn. Di 17’ê hezîranê de gumanbar Onur Gencer li dijî HDP’a Îzmîrê êrîş pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir. Li her çar alî Tirkiyeyê li dijî vê bertek û hêrs hat nîşandan. Lê çapemeniya alîgir ev neda. Di 18’ê hezîranê de  rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Cumhuriyetê, cih dan bûyerê. Lê ji bilî van hemû rojnameyan hêrs û bertek bi kurtasî dîtin. Rojnameya Mîlliyetê ruyê gumanbar Onur Gencer mozaîk kir û nasnameya wî veşart. Her wiha perwerda gumanbar li Mînbîçê dîtiye û têkiliya wî bi komên piştgiriya Tirkiyeyê heye jî hat veşartin. Çapemeniya alîgir îdia kir ku di cenazeya Denîzê de ‘propaganda PKK’ê hatiye kirin’, ‘Bi zanebûn Denîz li avahiyê tenê hatiye hiştin’. Rojnamegeran dîsa rûniştina gumanbar Onur Gencer ya di kanûnê de hat dîtin jî, nedît. Rojnameya Yenî Şafak, li ser daxuyaniya parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ku beriya rûniştinê dabû, sekinî û bi sernavê ‘Sezgîn Tanrikulu yê CHP’î tevlî çalakiya HDP’ê bû’ nûçe sewîs  kir.  roja piştî runiştinê jî tu rojnameyeke alîgir doz nedîtin.
 
Berxwedana jinan di manşetan de tunebû
 
Çapemeniya alîgir her wiha seranserê salê berxwedana jinan nedît. Rojnameyan, çalakiyên 8’ê Adarê, berxwedana li dijî feshkirina Peymana Stenbolê, berxwedana di 25’ê Mijdarê de nedîtin. Li şûna vê berxwedanê bibînin, roja din manşetên ku pesnê desthilatdariyê didan avêtin û çalakiyên jinan jî wek provakasyon nirxandin. Rojnameya Hurriyet, Mîlliyet, Sabah, Akşam û gelekên din rastî û heqîqet nedîtin.
 
Rojnameya wijdanê û dengê Garîbeyê ya nehat bihistin
 
Çapemeniya alîgir Garîbe Gezer ya li girtîgehê gardiyanan tecawiz kirê û hat qetil kirin jî, nedît. Rojnameyan ewil tecawiz nedîtin. Yek weşanekî dengê Garîbeyê nebihist. Qetilkirina wê ji nedîtîve hat. rojnameya Yenî Akît di nûçeya der barê Garîbeyê de derbas kir de carek din girîngiya rojnameya wijdanî derxist ber çavan. Ez sernavê Akîtê li vir nivîsandinê rast nabînim û ji ber vê jî dibêjim rojnamegeriyeke ji wijdanê bêpar hatiye kirin. Gelek rojnameyên xwe wek muxalîf didin nasîn jî dengê Garîbeyê nebihistin.
 
Heqîqet û rastî
 
Belê hîna gelek mînakên wê hene. Emîne Şenyaşar ya 300 roj in li ber edliyê berxwe dide, dayikên şemiyê yên li aqûbeta xizmên xwe digerin,  nobeta xizmên girtyan, gelê li Îkîzdere berxwe dide, malbatên li korîdorên edliyeyê li edeletê digerin, kedkarên nikarin nan bibin malên xwe û întîxar li wan tên ferzkirin, berxwedana karkerên li qadan, qêrîna gelê ku bi birçîbûnê tên terbiyekirin, ev hemû ji aliyê çapeeniya alîgir ve nayên bihistin. Di 2021’an de xwestin serê heqîqetê bigirin, rastî ji gel hat veşartin.
 
Li dijî çapemeniya alîgirê desthilatdariyê, kedkarên çapemeniya azad tevî hemû zext û zordariyan dengê hemû aliyan dan bihistin û başe ku kedkarên çapemeniya azad hene. Ew li dijî çapemeniya desthilatdariyê ji bo rastî û heqîqetê bidin bihistin li qadan e….