Ji berîka welatiyan ber bi berîka dewlemendan...

  • 09:04 26 Kanûn 2021
  • Medya Kritîk
 
Leyla Ayaz 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Dewleta ku hêzê ji pere digire bi ketina nirxê pere re têk diçe. Pereyê ku dibin garantoriya desthilatdaran de ye ji ber polîtîkayên tên meşandin mehkumê têkçûnê dibe. Êdî wezîfedarên kifşkirî û bijarte jî nikarin têkçûnê veşêrin. 
 
Li Tirkiyeyê kêlî bi kêlî rojev diguherin. Ji bo veşartina rastiyan tişta niha esas tê girtin jî guhertina rojevê ye. Dema ku em li kanalên televîzyonê, malperên nûçeyan û medyaya dijîtal dinêrin mijar teqez qeyrana aborî, ketin û derketina nirxê dolar e. 
 
Bi saya “Lîstîkên hêzên biyanî” kesên xwedî serwet qezenca xwe qat bi qat zêde kirin. Lê belê piştî ketina nirxê dolar jî tişta ku ket para welatiyan jî gerandina govendê ya li ber def û zirneyê bû. Ev tişt jî hêjayî nirxandineke berfireh e. Kesên ku govend girtin niha li bende ne ku buhayên tiştan dakevin û govendek din bigirin..! Di vê tabloyê de tenê du alî şad bûn, yek bi derketina nirxê dolar re welatiyên dewlemend, ê din jî bi ketina nirxê dolar re welatiyên ku govend gerandin…
 
Bi taybetî di salên dawiyê de desthilatdariyê welatiyên xwe hedî hedî û pirtî pirtî hînî buhakirinê kirin. Her wiha ji bo asayîkirina qeyrana aborî û buhabûnê jî wezifedarên xwe yên bijarte wekî her demê xistin dewrê. Di kanalên televîzyonê de, li ser medyaya dijîtal û li ser malperên nûçeyan pêşniyarên teserûfê bi rêya bijartiyên xwe xal bi xal anî ziman. 
 
Tiştên ku 20 sal in ji hêla welatiyan ve dihat kirin îro carek din bi navê teserûfê wek tiştekî nû bi hevokên xemilandî hatin ziman... Lampeyên zêde venekin! Lampeyên ku woltajên wan kêm in bi kar bînin! Deriyê sarincê zêde vekirî nehelîn! Tenê odeyeke xwe gerim bikin! Bi eyarên kombiyan nelîzin! Tenê di rojên gelek sar de kombiyên xwe vekin! Tenê di odeyekê de sobeya komirê daynîn! Cil û bergên xwe kom bikin û di carekî de bişon… hwd. 
 
Welatî li gor derfetên xwe xwarina rojane peyda dikin. Gelek caran li benda kampanyayên erzaniyê disekinîn û an jî dema tarî dikeve erdê berê xwe didin bazaran. Lê belê mesaiya wezîfedarên kifşkirî û bijarte jî di heman demê de berdewam dike. Bijarteyên ku pêşniyaran dikin agahiya wan ji buhabûna tiştan tune ye û raste rast tinazê xwe bi welatiyan dikin. Wek; porsiyonên xwe biçûk bikin, di nav mehekî de xwarina nîv kîlo goşt bes e, li şûna 2 kîlo bacanên sor 2 lib û li şûna kîloyeke îsot 3 lib bistînin bes e. Divê mirov wezîfedarên kifşkirî yên li kolanan jî ji bîr neke. Ev kes jî her demê mînakên salên 1970’yî didin û dibêjin  “Em wê demê ji bo rûn û şekir diketin dorê. Niha hûn çi dixwazin divê hûn ji rewşa heyî şikur bikin.”
 
Hefteya borî jî pêşniyarek din ji hêla Hulya Avşar ve hat kirin û bi gotina “Her kes divê li gorî derfetên xwe bijî û hewcebe dê sîmît jî bê xwarin”. Jixwe ev gotin ne ji bo xwe ji bo welatiyan bû. Wek wezîfedarên din ên bijarte agahiya Hulyayê ji buhayê sîmîtê heye gelo? Gelo bijarteyên li vî welatî ji bo her gotinê çi qasî qezenç dikin…
 
Di rewşeke wisa de medyaya dijîtal gihaşt hawara welatiyan û bû dengê wan. Welatî bi dîmen û hevokên xwe rastiya ku tê veşartin anîn ziman. Bi taybetî jî bi henekan. Bi rastî henekên ku dikin cihê hezar şîrove, nirxandin û analîzan digire… Wekî meseleya rûn. Rûn di parvekirinan de di rêza yekem de cih digire. Rûnê ku berê di bin tezgahên mutbaxê de bû, wek gustîlan bû diyariya destgirtiyan, bû diyariya dawetan û di quncika herî jor a odeyê de cih girt… Edî di nava civakê de bi qedr û qimet e. Kesên ku salên 1970’yî jiyabûn niha heman nostaljiyê dijîn û di rêza nan û rûn de ketine rêzê. Jixwe pêşniyara deriyê sarincê nehelîn vekirî jî bi xwezayî di nav civakê de ket meriyetê, ji ber ku êdî tiştek nîne ku têxin sarincê… Mijarên bi vî rengî di medyaya dijîltal de bi hezar rêbazê hatin ziman. 
 
Welhasil her tim geşedanên siyasî û qeyrana aborî yên li Tirkiye û Arjantinê tînin cem hev, muqayese tên kirin. Jixwe di gelek aliyan de dişibin hevdû. Arjantîna ku piştî darbeyên salên 1962, 1966 û 1970'yî rê li ber pêvajoya “Şerê qirêj” ê salên 1976 û 1983’yan vekir, di salên 1994’an de jî di warê siyasetê de têk çû, di sala 2000’î de jî êdî pirsgirêkên aborî bêtir derketin holê. Nelêretî, polîkayên xirab û qeyrana gerdûnî pirsgirêkên heyî kûr kir. Êdî di Bankayên Navendî de pere tunebûn û pereyê Arjantînê Peso êdî bê nirx bû. Cotkarî û sanayî binket û hejmara bêkaran zêde bû. Fonên ku ji Bankaya Cîhanê hat dayîn ket berîka dewlemendan. Niha heman rewş li Tirkiyeyê tê jiyîn.
 
Di Rêzafîlma La Casa de Papel a ku li gelek deverên  cîhanê bi heyecaneke mezin hat temaşekirin de di sezona wê ya 5’emîn de ji Banqeya Navendî ya Îspanyayê 90 ton zêr  hatin dizîn. Di rêzefîlmê de replîka “Tiştek nehiştin. Wan tevahiya rezerva neteweyî girt, hûn dizanin ev tê çi wateyê? Rezerva neteweyî deynê welatekî ye, kapasîteya wî ya dayîna pereyan e, ew garantî ye, hûn fêm dikin?” bû sedema nîqaşan û hat îdiakirin ku heqaret li nirxên neteweyî hatiye kirin. Ev çend replîk be jî rastiyeke pergalê nîşan dide. Medyaya li ser vê mijarê jî demek dirêj serê xwe êşand. 
 
Îcar em bên mijarên xwe bi hev ve girê bidin. Dewleta ku hêzê ji pereyan digire bi ketina nirxê pereyan têk diçe. Pereyên ku dibin garantiya mayîna desthilatdaran ji ber polîtîkayên tên meşandin mehkumê têkçûnê dibin. Êdî wezîfedarên kifşkirî û bijarte jî nikarin rastiya heyî pîne bikin û veşerin. Pergala aborî ya ku berjewendiya kêmaniyan dipareze û nirxên mirovî paşguh dike di her demê de mehkûmê hilweşandinê ye.