Di hefteya mafê mirovan de nêzîkatiya medyaya hawiz

  • 09:05 19 Kanûn 2021
  • Medya Kritîk
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mirina bi guman a Garibe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya di hefteya mafê mirovan de tabloya pêkanînên antîdemokratîk û nêzîkatiya li hemberî mafê mirovan a Tirkiyeyê raxist pêş çavan. Medyaya hawiz a reng û zihniyeta îktidara yekperest nîşan dide jî, di hefteya mafê mirovan de rola xwe dîsa lîst û bû hevalê polîtîkayên li dijî rûmeta mirovahiyê tên bikaranîn. 
 
Di hefteya mafên mirovan de jî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan dewam kirin. Li gor daneyên Komeleya Mafê Mirovan Hezar û 603 girtiyên nexweş di girtîgehan de di nava şerdên dijwar de tên girtin. Herî dawî li dû hevdu girtiyên nexweş Halîl Guneş li Girtîgeha Amedê, Abdulrezzak Suyur li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Salîh Togrûl ê li Tîpa E a Girtîgeha Sêrtê felc derbas kiribû jî piştî derket şûnde jiyana xwe ji dest da. Xizmên wan jî diyar kirin ku dermanên wan nehatiye dayin û mirin li ser wan hatiye ferzkirin. Pêkanîna li girtîgehên welatekî rûyê rast ê wî welatî ye. Ev pêkanînên dijmirovî jî hêza xwe ji pêkanînên nîjadperest û êrişkar ên li tevahiya welat, digirin. Bi taybet li dijî xweparastina xwe dispêre xeta îdeolojiyeke bi hêz ev binpêkirin wekî alavekê tên bikaranîn. Her wiha ev parçeyekî ji polîtîkayên şer ên taybet in. Medyaya alîgir û hawiz jî yek ji alava herî xurt a vî şerê taybet e. 
 
Garibe Gezer a li dijî van polîtîkayên şer ên taybet li ber xwe da bi awayekî dijhiqûqî di hucreya yek kesî de hat hiştin. Îşkenceya zayendî û muameleya ne baş a sîstematîk lê hat kirin. Garibeyê li Girtîgeha Tipa F a 1'emîn a Kandirayê ya Kocaeliyê ya di bin çavdêriya dewletê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve, ev wekî întihar hat bilêvkirin lê belê malbat û parêzerên wê diyar kirin ku ew bawer nakin întihar e. Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi rêveberiya Girtîgeha Tipa F a 1'emîn a Kandirayê ya Kocaeliyê nehat qebûlkirin û otopsiya Garibeyê bêyî malbat û parêzeran demildest hat kirin. Her wiha hinceta mirinê jî di rapora otopsiyê de nehat nivîsandin. Bi ser de jî polîsan li parêzeran dan û cenaze du saet û nîvan dan sekinadin. Jixwe bûtonên ji bo rewşeke awarte ya li hucreyên yekkesî ya li girtîgeha ku Garibeyê lê dihat girtin jî hatibûn betalkirin...
 
Medyaya hawiz a ku van binpêkirinên mafan ên hem li girtîgehan hem jî li derveyî girtîgehan diqewimin, vedişêre bi zihniyeteke qirêj êrişî Garibe Gezer a têkoşer kir. Di hefteya mafê mirovan de nêzîkatiya xwe ya li hemberî parastina mafê mirovan bi awayekî eşkere diyar kir. 
 
Medyaya hawiz a ji berjewendiyên sîstema yekperest re xizmetê dike got " 'Teroristeke' din a li girtîgehê dihat xwedîkirin mir."Vê helwesta medyaya hawiz gotina Kenan Evren a "Ma em wan îdam nekin, em wan xwedî bikin?" tîne bîra mirov. Ev jî nîşan dide ku bi qansî serê derziyê ev zihniyeta hegemonîk a bi salan e dijminatiya gelê kurd dike neguheriye. Loma xeta azadiya jinê ya li dijî zihniyeta zayendperest, nîjadperest û paşverû wekî her demê girîng e. 
 
Dîsa li daxuyaniya çapemeniyê ya Amedê ya li dijî binpêkirina mafan û tecrîdê polîsan rojnameger asteng kirin. Nehat xwestin rastî derkevin. Bi qansî ku bi medyaya xwe ya yekperest asta nîjadperestiyê derdixin lûtkeyê ewqas çapemeniya azad jî asteng dikin. Sîstema yekperest a serxwebûna hiqûqê ji meriyetê derdixe û mîkrofonê li meclîsê li ser axaftina kurdî digire, medyaya kiriye bin hîmayeya xwe jî wekî amûreke rakirina ji holê ya îradeya gelê kurd bi kar tîne. Di bin nakokiya qeyrana siyasî de dixwazin bi rêya medyayê komplo, fen û fûtên dikin rewa bikin. Li dijî fen û fûtên tê xwestin bê rewakirin aheng û baweriya ji bo azadiyê ya stûna têkoşîna hevpar e dîsa dibe xala sereke ya berbiçav.