'Xelata' ku Îbrahîm Tatlises heq kir jinan dayê

  • 09:27 12 Kanûn 2021
  • Medya Kritîk
 
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Em ê li ser pêkanîneke ku di 5’ê Kanûnê Roja Mafên Jinan de jin pê re hatin rû hev bisekinin.  Xelata ku gumanbarê şîdetê Îbrahîm Tatlises hêjayî wê hat dîtin ‘Xelata Rumetê ya Seranserê Jiyanê’ …
 
Ez dixwazim ji vir dest pê bikim ku parvekirinên wî yên di çapemeniya dîjîtal de ne çalakiyeke ku wek mecra bibînim.  Îfadeyeke ku her tim li ser zimanê me heye ‘çalakiya çapemeniya civakî’ tê bikaranîn lê ji bo em ji vê çalakiyê re bêjin çalakî divê mîsyona ‘hêza bike tevgerê’ bê cih. Me ev di berxwedanên Gezî de, di qedexeyên derketina derve an jî demên cuda de dîtin. Lê parvekirinên wek ‘çalakiya çepemeniya civakî’ tên îfadekirin nabin çalakî.
 
Lê jinan careke din nîşan dan ku çapemeniya dîjîtal çawa wek çalakî, wek platforma avakirina gotinê tê bikaranîn nîşan dan.
 
Tenê bila xelat bêrumet nîn be
 
Mijara me Xelatên Perperoka Zêrîn ya Pantenê ya di 5’ê Kanûnê de hatin dayîn bûn. Di beşên Sînema, televîzyon û muzîkê de cara 47’emîn hatin dayîn. Merasîm tam jî li gorî girîngî û wateya rojê(!) bû rojev. Der barê merasîmê de, tenê tişta ku di hişan de maye ev e ku bi giştî di nava çapemeniya alîgir de tê parvekirin û ya herî trajîk jî Xelata Rûmetê ya Seranserê Jiyanê her tim layîqê gumanbarê şîdetê dîtin bû. Xelat dan gumanbarê şîdetê Îbrahîm Tatlises. Gumanbarekî şîdetê xelat kirin û rumet danê.
 
Zimanê ‘naverok hatiye valakirin’
 
Di roja îro de sedema şîdeta li hember jinan, hêrsa mêr a li dijî zêdebûna hişmendiya jinê ye û hebûna jinê û hejandina desthilatdariya mêr tehdît tê dîtinê. Dikare gelek sernavên di bin esasê şîdetê de veşartiye bên rêzkirin. Lê îro bi hevkariya çapemeniya alîgir zimanê ‘dostê jinan’, ‘ya azadiya jinê digire navenda xwe’ wek tê gotin pir jî bi niyeta baş nabînim.  Bi feraseta ‘asîmîle bike, naverokê vala bike’ markayên mezin destkeftiyên jinan di esasa berjewendiyên xwe de bikar tîne û ez jî vê şîroveyê dikim. Di vê esasê de ne tenê  Pantene, gelek marqeyên kozmetîkê êdî ne jinên kevneşopî, jinên serbixwe, hevdem û ên  berê xwe didin wan di rekleman de bikar tînin.
Lê me di xelatên ku Hurriyet Kelebek ji sala 1972’an de ye belav dike de, mijar bi awayekî şênber dît. Pantene ku di reklaman de ‘bi porên xurt, xurkirina jinan’ Pantenê digirin dest û me di merasîma xeleta ku Pantene bû sponsorê wê de, şahidiya rewakirina şîdetê dît.
 
Jinan peyam girt, bersiv da!
 
Şexsê ku beriya stranên xwe bi jinên ku tevlî jiyana wî bûne û şîdeta lê kiriye tê nasîn, me hemûyan şahidiya wê kir ku çawa hêjayî xelatê hat dîtin. Li aliyekî, Ezgî Mola ku bi hinceta ji gumanbarê tecawîzê Musa Orhan re got tecawiz kiriye, ceza lê hat birîn, hat xelatkirin, li aliyê din jî  kesê bi navê Îbrahîm Tatlises. Bi taybet di vê pêvajoya ku gumanbarên şîdetê bê ceza tên hiştin de, xelata ji bo gumanbarê şîdetê tê dayîn, bêguman wek peyama ji bo jinan hatiye dayîn, wê bê xwendin.
 
Tam di vir de, jinan ‘hêza jinan’ ya di reklaman de pir zêde tê vegerandin de, ya herî rast nîşan dan. Her çiqas xelat şûnde nehatibe girtin jî (Li gorî min kesî cesaret jî nedikir)  jinan Hurriyet Kelebek û Pantene jî poşman kirin. Gelek jî baş kirin. Bêguman wê bedeleke dayîna xelatê ya ji bo gumanbarê şîdetê hebûya.
 
Boykota Pantene
 
Jinan bêguman wê tiştên hatine jiyîn, wisa bi hêsanî efû nekira. Bertek qet dereng neman. Li dijî vê şîdeta ku rizandina civakî xwedî dike, biryara boykotkirina Pantene hat girtin. Pantene rastî protestoyan hat.
 
Di vir de em çiqas li ser Pantene bisekinin jî divê Hurriyet Kelebek ya ku organîzatorê vî karî ye jî neyê jibîrkirin. Jiyana jinê ji ‘magazînê’ wêdetir nabîne û berpirsê xelata ‘bêrûmetiyê’ ya ku hatiye dayînê ye.  Ez dixwazim ji bo pêveka rojnameyê jî gelek tiştî bibînim lê em di têkoşîna xwe ya bi rêxistinkirî de, bersiva xwe ya bi rêxistinkirî didin; hem wek jin hem jî wek rojnamegerên jin…
 
Ev cîhan bi jinan heye. Herçend ku Pantene û Hurriyet Kelebek Îbrahîm Tatlises hêjayî‘Xelata Rumetê ya Seranerê jiyanê’ dîtibin jî jinan xelata ‘Bêrûmetiyê’ danê…