‘Malbata Pîroz’ dikuje!

  • 09:18 28 Mijdar 2021
  • Medya Kritîk
 
 Habibe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îstîsmara zarokan, kuştinên jinan, zarokên di bin panzêran de tên pelçiqandin, birçîbûn, xizanî, her cureyên xerabiyê, bêcezabûn û tunekirin. Roj bi roj em aliyên van yên cuda dibînin. Gumanbarê tecawizê Muslimeyê kir û ew qetil kir. Bêguman gumanbar wek ‘çavsor’ û ‘şeytan’ nîşandan tê rnake. Beriya ku bûyerê biguherin lehiya hêrsê divê carek din bê fikirin. Dewlet, daraz, malbat û çapemenî, li ku derê vê ne?
 
Em di pêvajoyeke ku hêrsa me roj bi roj mezin dibe de derbas dibin. Di rojekê de gelek bûyer tên jiyîn û civak evqas fêrî van bûyeran dibe ku carna bê refleks dimîne an jî refleksa tê nîşandan danakeve asta civakî.  An jî  nahêlin em di heman demê de li ser gelek tiştî hûr bibin û li ser mijarê bisekinin. Lê ev rastiyeke; Li dijî her bûyera xerab ya tê jiyîn, refleksa ku wekê cara ewil tê jiyîn, neyê nîşandan û zindî neyê hiştin, piştî demekê tiştên tên jiyîn wek hejmar û îstatîstîk dimînin.
 
Rexnegirê çand û wêjeyî yê Arjantînî Beatrîz Sarlo dibêje: “Dibê bê bibîranîn, ji ber em dizanin ku çi ‘divê carek din nebe’. Belê, ji bo carek din neyê jiyîn, bi qasî ku hişê me zindiye, divê hêza wê ya ku bike tevgerê jî hebe. Di mijarên ku destpêkê min anîn ziman de, di piraniya wan de rola çapemeniyê sereke ye.  Em çawa dibêjin ku dîmen, argumanên di nûçeyan de tên dayîn kuştinên jinan, îstîsmarê rewa û teşwîq dike, berovajî vê xwedî hêza ku dikare pêşî li vê bigireye jî.
 
Tecawiza ku seranserê nifş berdewam kiriye
 
Di 10’ê Mijdarê de nûçe ket ser ajans û malperan. Muslume ya 3 salî ku zarokek malbata Yoruk bû winda bibû. Xebatên lêgerînê didomiiyan lê dihat gotin ku agahî jê nayê girtin. Li navçeya Gulnar a Mersînê Muslime di 10’ê Mijdarê de winda dibû û di roja xebatan 10’emîn de cenaza wê hat dîtin. Der barê mirina Muslimeyê de kalê wê Hasan Yagal hat girtin. Li gorî analîza DNA’yê gumanbar bavê biyolojîk yê Muslimeyê derket. Vê bûyerê rastiyeke hilweşînê ya tecawiza nav malê û bêdengiya civakê ya li dijî vê nîşan dida.
 
Di vê pêvajoya ku çapemenî her rewşê ‘normal’ dibîne de careke din ruyê reş yê malbata ku pîroz nîşan didin, pratîka dewletê, bêberpirsyariya civakê û bê hişbûna civakê li ruyê me xist. Malbata ku wek dewleta biçûke, ne li ser mêrgê gumanbar, li ser aliyê magazînî nîqaş kir. Nûçeyên der barê Muslumeyê de wek ‘şok şok’, ‘kal çima hat girtin’, ‘îtîrafên kalê sapik’, ‘îdiayên balkêş’ an jî ‘kalê Muslumeya mirî hat dîtin hat girtin! îdiayên îstîsmara zayendî bi mirovan dike xofê.. Dê û kalê wê…’ hatin dayîn. Çapemeniyê dayika Muslumeyê ya rastî tecawizê hatiye û tiştên jiyaye ji nedîtîve hat û ‘mahkumê wijdanên xwe’ kirin.
 
Hîna ev bûyer nehatibûn îfşakirin dozgeriya Gulnarê der barê lêpirsînê de biryara veşartinê û RTUK’ê jî qedexeya weşanê anî. Li şûna ev rastiya bi salane hatiye veşartin, polîtîka bêcezahiştina dewletê û polîtîkayên teşwîqa van rewşan bê dest girtin, der barê dayika Muslumeyê de  îfadeyên sûcdar yên wekê ‘Çima bêdeng ma’ hatin bikaranîn. Bi van îradeyan ne çavkaniya tecawiz û îstîsmarê mêr,  jin sûcdarin nîşandan û  wekê sucê dewlet, daraz û diyanetê tune nîşandan.
 
Çend sal berê diyanetê fetvaya ‘bav dikare li hember keça xwe şehwetê hîs bike’ da. Di 2016’an de di Weqfa Ensarê de tecawizê 40 zarokî kirin û wezareta malbatê got ‘ji carekê tiştek nabe’. Çapemeniya desthilatdariyê ku her roj jin û zarokan heta hemû tiştên xweş hedef digire, ji bo Peymana Stenbolê jî propaganda ‘malbatê xera dike’, ‘li gorî malbata Tirke’, ‘Sapiqiyê zêde dike’ kir.  Mêrên ku mexdurên nefeqeyê dîtin mîkrofon dirêjî wan kirin. 
 
Îstîsmara zarokan, kuştinên jinan, zarokên di bin panzêran de tên pelçiqandin, birçîbûn, xizanî, her cureyên xerabiyê, bêcezabûn û tunekirin. Roj bi roj em aliyên van yên cuda dibînin.  Gumanbarê tecawizê Muslimeyê kir û ew qetil kir. Bêguman gumanbar wek ‘çavsor’ û ‘şeytan’ nîşandan tê rnake. Beriya ku bûyerê biguherin lehiya hêrsê divê carek din bê fikirin. Dewlet, daraz, malbat û çapemenî, li ku derê vê ne?